• Wednesday, 01 May 2024
logo

Boksorê kurd Amirkhani: Ez ê bo birayên xwe yên Rojava derkevim yarîgehê

Gulan Media November 3, 2019 Corane
Boksorê kurd Amirkhani: Ez ê bo birayên xwe yên Rojava derkevim yarîgehê
Boksorê kurd Makwan Amirkhani di îro roja şemiyê 02. 11.2019an li New Yorkê wê derkeve yarîgehê û rûberûyî hevrikê xwe bibe. Amirkhanî aşkere kir ku ew ê bo xwişk û birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê derkeve yarîgehê.

Îro li bajarê New Yorkê li Eywana Madison Square Gardenê Makwan Amirkhani wê rûberûyî Shane Burgos bibe.

Amirkhani çefiya kurdî jî li stuyê xwe gerand û di konferanseke rojnemevanî da behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û got:Ez kurd im û ev herdem di bîra min daye. Ez ji ku hatime tu carî eslê xwe ji bîr nakim. Ez şanaziyê bi nijada xwe dikim.”

Herwiha Amirkhani behsa operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî kir û aşkere kir ku Tirkiyê di encama wê operasyonê da bi sedan sivîl kuştine û bi hezaran însanên medenî jî bûne penaber.”

Makwan Amirkhani ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û hemwelatiyê Finlandiya ye.

Li ser asta cihanê boksorê kurd Makwan Amirkhani li ser asta Ewropa û cihanê heta niha gelek xelat standine.

Basnews
Top