• Wednesday, 01 May 2024
logo

Berhemên Kurdî li Enqerê têne pêşandin

Gulan Media September 29, 2019 Corane
Berhemên Kurdî li Enqerê têne pêşandin
Li bajarê Enqerê îsal bo duyemîn car festîvala qeşeşîr an jî dondurmê hat sazkirin, lê di festivala îsal de ji qeşeşîr zêdetir berhemên din ên cotkarî hebûn. Ji Bakurê Kurdistanê ji gellek bajarên cuda berhemên cuda di vê festîvalê de hatine nîşandan û qeşeşîr jî di bin siya van berheman de ma.

Beşek kurd dibêjinê qeşeşîr, beşek dibêjinê berfeşîr, beşek dibêjin bestanî û tirk dibêjinê dondurme ingilîz jî dibêjin ice cream. Ji heft salî heta heftê salî gellek kesan keyf bi qeşeşîrê tê û êdî festîvalên taybet jî bo nasandina wê û geşkirina bazarê tên encamdan. Di vê festîvalê de qeşeşîra Mereşa Bakurê Kurdistanê ku di asta Tirkiyê û cihanê de bi navê MADO navdar bûye cihekî berfireh girtiye.

Derbarê çêkirina qeşeşîrê de hosteyê wê Salman Erîk dibêje: “Em sehlebê li çiyayan kom dikin. Karên pêwîst tên kirin û sehlep di aşan de tê hûrkirin û paşî dibe qeşeşîr . Taybetiya qeşeşîra Mereşê ji şîr û sehlep û av û hewayê paqij yê Mereşê tê anko qeşeşîra Mereşê lazim e li Mereşê were çêkirin.”

Festîval her çend taybet e bi qeşeşît lê belê di qada festîvalê de bi tayebtî ji Bakurê Kurdistanê gellek bajar bi berhemên xwe yên cuda cuda jî amade bûn.

Hostayê Ecînê Hidir Amedî jî got: “Em ji Amedê hatine, em ecîne difiroşin û me qehwe aniye em qehwê difiroşin. Me şeş corên qehwê aniye.”

Cotkar ji Sêrtê Abdulnakîp Çetîn jî dibêje: “Min bahîf, fistiq û hingivê xilêfan ê Sêrtê aniye û ez difiroşim. Fistiqên Sêrtê weke çerezî xweştir e. Ji ber ku siviktir e, lê fistiqa Dîlokê jî bo şêranî û beqlawa baştir e.”

Di festîvalê de bajarê Wanê jî yekem car bi corekê nû yê qehwê beşdar bû, ku ev corê qehwê bi kezvanan anko kezanan tê amadekirin û weke qehwa kurdî tê binavkirin.

Hostaya qehweya Kurdî Leyla Şen wiha axivî: “Du roj in em li ser navê Wanê li vir in. Me qehwe aniye, qehwa me ji kizvana çêdibe. Li aliyê Gever û Colemêrgê jî ev qehweye heye.”

Festîval bo hefteyekê dê vekirî be û di festivalê de çalakî û bernameyên cuda cuda jî hene.

Rudaw
Top