• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ciwanekî Duhokî rekora cîhanê ya Boksîngê şikand

Gulan Media September 28, 2019 Corane
Ciwanekî Duhokî rekora cîhanê ya Boksîngê şikand
Ciwanekî Kurd bi rêya boksîngê, navê xwe di pirtûka Guinnessê de tomar kir û rekora cîhanê şikand.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ciwanê Kurd ê bi navê Mistefa Reşîd, 55 demjimêr 14 xulek û 23 saniyeyan bê navber mist li kîsê boksîngê xistin û rekora cîhanê şikand.

Wî ciwanê Kurd di dema boksîngê de û ji bo şikandina rekora cîhanî, bi ti awayî destên xwe ji avêtina boksan ranewastandin û her wiha qet rûnenişt û her li ser lingan ew kîsê boksîngê da ber mistan.

Herwiha di dema boksîngê de, xwarin û vexwarineke gelek kêm ji wî xortê Duhokî re hatiye dabînkirin ku kesên derdorê xwarin dayînê û wî dest ji avêtina boksan bernedaye.

Serokê Federasyona KUBO li Duhokê ji Rûdawê re aşkere kiribû ku wan 3 kamêra li derdora wî ciwanê Duhokî danîne, da ku çavdêriya tevgerên wî bikin.

Ferşîd Îsa diyar jî kiribû ku bikaranîna derman û madeyên wuzebexş jî ji aliyê wî werzişkarî ve hatibûn qedexe kirin û gotibû divê ew bi şiyana laşê xwe bikare di wê hewldanê de serbikeve.

Rekora di vî warî de bi 55 demjimêr û 10 xûlekan di destê kesekî ji Îranê de bû û ciwabê Kurd ew rekor ji pênase ji wî wergirt û navê xwe li Guinnesê tomar kir.

Rudaw
Top