• Friday, 05 July 2024
logo

Çandên cuda li Kurdistanê li hev kom bûn

Gulan Media September 22, 2019 Corane
Çandên cuda li Kurdistanê li hev kom bûn
Şeşemîn Festîvala Çandên Cuda ya Raniyeyê birêve diçe û beşdarên festîvalê yên ji welat û çandên cuda, li hemberî naskirin û dîtina çanda Kurdî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Festîvala Çandên Cuda li navçeya Ranye ya Silêmaniyê, îsal bo cara 6mîn tê lidarxistin û ji 8 welatan, 16 komên muzîkê beşdarî festîvalê dibin.

Festîval ji aliyê Navenda Rayele ve û di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye organîzkirin. Ji welatên weke, Îran, Iraq, Misir,Urdin, Tûnis, Hindistanê û Meksîkayê 16 komên muzîkê beşdariyê di wê festîvalê de dikin.

Koma Kurdên Êzidî jî hunera xwe pêşkêş kir

Di çarçova wê festîvalê de her şev li Parka Derwazey Şar, di navbera demjimêr 20.00 heta 01.00an de, komên muzîkê hunerên xwe pêşkêş dikin û ji her devera Kurdistanê jî mêvan beşdariyê di festîvalê de dikin.

Di roja duyem festîvalê de, koma, ‘Çil Kezî’ ya keçên ji Duhokê, bi stran û govendên xwe, beşdarên festîvalê mest kirin.

Piştî koma ‘Çil Kezî’ hunermendên ji Mexrîb û Misirê, reqs û hunerên xwe nîşan dan û gelek bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Herwiha komeke Kurdên Xorasanê û ji Rojhilatê Kurdistanê jî di festîvalê de amade bûne.

Şeşemîn Festîvala Çandên Cuda ya Raniyeyê, roja bihorî pêncşemî 19ê Îlonê dest pê kir û dê heta 3 rojan berdewam be.

Rudaw
Top