• Friday, 05 July 2024
logo

Li Rihayê her jin û merê dizewicin şîtleke daran diçînin

Gulan Media August 29, 2019 Corane
Li Rihayê her jin û merê dizewicin şîtleke daran diçînin
Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê piştî birîna her zewacê ji jin û mêrê re şîteleke daran diyarî dikin.



Şaredariya Xelîliyeyê, ji bo piştgiriyê bidin kampanyayên danîna şîtlên a ku li bajêr hêşinahî zêde bibe, biryar daye ku ji her kesên bi zewicî re bo çandinê şîtleke daran diyar bike.



Di vê çarçoveyê de şaredarî bi boneya jin û mêrên ku dizewicin, dixwaze şîtla bide çandin.



Li ser daxwaza Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat daîreya zewacê ya şaredariyê piştî birîna mehran ji jin û mêrê re şîtleke daran diyarî dike.



Mehmet Canpolat got ku çi qas ji destê wan tê ew li tevahiya bajêr piştgiriyê didin danîna şîtlan.



Canpolat destnîşan kir ku ew dixwazin her kesî beşdarî wê berpirsiyariyê bike û wiha got: "Şaredariya Xelfetiyê piştî her zewacê şîtlekê dide jin û mêr. Bi vî awayî piştî salan bi salan daristanek çêdibe û ev daristan ji Xelîliyeyê re dimîne."



Jin û mêrên ku nû zewicîne jî kêfxweş bûn û gotin ku ji bo wan wateyek taybet a daran heye.



Rudaw
Top