• Sunday, 05 May 2024
logo

Sara Aram: Dizaynerên pakistanî cilûbergên Kurdî gelek eciband in

Gulan Media August 9, 2019 Corane
Sara Aram: Dizaynerên pakistanî cilûbergên Kurdî gelek eciband in
Modelîsta Kurd derbarê xebat û projeyên xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêkanî
Modelîsta Kurd Sara Aram xelka Kerkûkê ye û heta niha ligel gelek ajansên cîhanî bi taybetî di warê mode û reklaman de kar kiriye.



Malbata Sara Aram di sala 1991ê de ji Başûrê Kurdistanê koçber bûye ji sala 1995an ve ew li Zelandaya Nû dijî.



Sara Aram da zanîn ku ew ligel ajansên navnetewî dixebite û pêşniyara ajanseke reklaman a Çînî bi merc qebûl kiriye ew jî beşdariya bi cilûberên Pêşmerge bû. Modelîsta Kurd diyar kir ku di pêşangehekê de cilûbergên Pêşmerge bala herkesî kişand.



Sara Aram derbarê xebat û projeyên xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêkanî.



Rûdaw: Te kengê bi şêweyekî profesyonel dest bi karê modeliyê kir?



Sara Aram: Min di sala 2011an de yekem car bi şêweyekî profesyonêl dest bi karê modelî û nimayişa cilûbergen kir. Piştre çend kompanî û ajansan daxwaz ji min kirin ku ez weke model ligel wan bar bikim. Yek ji wan kompaniyeke Çînî bû ku otomobîlên giranbiha nimayiş dikir. Ji min xwestin ku ligel otomobîlên wan wêne bigrim. Ez jî bi merc razî bûm ku cillûbergên Pêşmerge lixwe bikim. Wan jî mercên min qebûl kirin û min bi cîlûbergên taybet û ciyawaz di nav otomobîlên giranbiha de cih girt. Ew cilên min bûn cihê balkêşiyê bo hemû kesên li pêşangehê amade bûn. Bi dehan beşdariyên ligel min wêneyên xwe girtin û ji mon pirsîn dikirin Pêşmerge kî ne û çi ne. Min jî ji wan re bi zelalî behsa Pêşmerge dikir. Ew roj yek ji xweştirîn roja min bû.



Te bo çend ajansên cîhanî nimayişa cilûbergan kiriye?



Min ligel gelek ajansên cîhanî karê modeliyê kiriye. Yek ji wan ajanseke Pakîstanî bû. Ez yekem keça Kurd im ku kariye cilûbergên Kurdî di kovareke bi navê “Moda Dynastie” de di warê modeliyê de belav bike. Dizaynerên Pakistanê cilûbergên Kurdî gelek ecibandin.



Kî ji bo te cilûbergên dîzayn kike?

Beşeke zêde cilûbergên min bavê min dîzayn kirine û her ew bixwe didûre. Bavê min terziyekî destrengîn e.



Ji bilî nimayişkirina cilûbergan te çi karên din kirine?



Ez yekem keça Kurd im wek aktirîst di klîpeke Hindî de rol wergirtiye ku wê klîbê dengvedanek mezin hebû. Klîba stranbêjekî bi navê Garry Bhullar bû, niha jî li kanalên Hindîstanê tê weşandain. Niha jî mijûlî amadekariya bo berhemhênanî filmek Zelandaya Nû dibim, lê niha naxwazim qet behsa naveroka fîlmê bikim.



Tu dixwazî di klîbên hunermedên Kurd rol werbigirî?



Gelek keyafa min pê klîbên Mîran Elî tê û ez dixwazim di klîbên wî de wek aktirîst rol werbigrim. Herwiha dixwazim beşdarî fîlmên Kurdî jî bibim.



Li Ewropayê bi karê modeliyê hine kes pereyeke baş qezenc dikin, tu jî dahateke baş bidest dixî?



Belê li Ewropa hinek modelîst hene dahateke baş bidest dixin bi karên xwe. Lê bele hinek modelist jî hene ku di destpêkê de wek xwebexş kar dikin hata ku navdar dibin. Min ti caran tenê kare modeliyê nekiriye, çimkî divê dahatekê min hebe, lewma min karên din jî kirine. Dahata modeliyê girêdayî kesayet, bejnûbal û jêhatiya nimayişkariyê ye.



Te çawa biryar da beşdarî li pêşbîrka hilbijartina nimayişkirina kovarek Amerîkî bikî?



Both Jetset Magazine li Amerîka kovareke stîlê ye. Ew her sal ji bo berga kovarê hejmareke modelîst bo dengdanê li ser medyaya civakî pêşkeş dike. Ew kovar li nav balafir û keştiyan tê belavkirin. Kovar ji tevahiya cîhanê hejmarek modelîst hilbijêre. Ez jî keyfeş im ku li nav TOP 5ê de bûm.



Tu karê nimayişkirina modelîstên keç û kur ên Başûrê Kurdistanê çawa dibînî?



Min xebatên beşek ji modelîstên kur û keçên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê dîtin. Ez wan pîroz dikim. Her çend derbarê wan de zêde agahiyên min nebin jî û wan zêde nas nekim jî bi min ew karên ciwan dikin. Ez gelek caran li ser medyaya civakî karên wan dibînin, xirap nînin.



Tu piştî 30 salan careke din vegeriya Başûrê Kurdistanê. Ev serdana te ji bo xizmên te ye yan ji bo projeyekê ye?



Min dixwest ez serdana Kurdistanê bikim, lêbelê derfeta min çênedibû. Niha jib o çend çalakiyên taybet hatime Kurdistanê. Min li zêdetirî 20 welatan Ala Kurdistanê bilind kiriye û behsa mezlumiyeta gelê Kurd kiriye. Serdana min a herî dawiyê ji bo Tirkiyê bû, li wê derê jî min Ala Kurdistanê bilind kir. Dixwazim li ser dêrîntirîn cihê cîhanê Kelha Hewlêrê çalakiyeke bikim û çend nimayişên taybet pêşkeş bikim.


Rudaw
Top