• Sunday, 05 May 2024
logo

Jinek di 100 saliya xwe de dibe endama encûmena şaredariyê

Gulan Media August 8, 2019 Corane
Jinek di 100 saliya xwe de dibe endama encûmena şaredariyê
Jineke Almanî di temenê xwe yê 100 salî de beşdarî hilbijartinan bû û bo encûmena şaredariya Kirchheimbolandenê hat hilbijartin. Heîse di temenê xwe yê mezin de rûpeleke nû li jiyana xwe vekiriye û niha bo bicihanîna sozên xwe kar dike û xizmeta bajarokê xwe dike.



Lîse Heîse ku mamosteya werzîşê bû û temenê wê niha gihiştiye 100 salan, biryar da beşdarî hilbijartinên encûmena xwecihî yên Almanyayê bibe û bo encûmena şaredariya bajarokê Kirchheimbolandenê bû berbijêr.



Lîse Heîse bangeşeya xwe ya hilbijartinê li ser vekirina hewza melevaniyê ku 2011an hatibû girtin, ava kir. Heîse di proseya hilbijartinê de bi soz û bangeşeya xwe piştevaniyeke zêde ji xelkê wî bajarokî wergirt.



Di encama hilbijartinê de jî li bajarokê Kîrchheimbolandenê ku 8 hezar niştecihên wê hene û ser bi eyaleta Rheinland-Pfalzê ye, karî rêjeyeke zêde ya dengên xelkê werbigire û bo Encûmena Şaredariya Kîrchheimbolandenê bê hilbijartin.







Ew jina Almanî di hilbijartinên encûmena şaredariyan de berbijêra rêxistina civaka sivîl a bi navê ‘Wir fur Kibo’ (Kîrchheimbolanden Em in) bû ku ew rêxistin xebatên ji bo beşdariya civaka sivîl bo kampanyayên geşepêdanê dike.



Wir fur Kibo (Kîrchheimbolanden Em in) ku rêxistineke civaka sivîl bû di wan hilbijartinên ku dawiya meha Gulana îsal hatin encamdan de, li wî bajarokî zêdetirîn deng bidest xistin.



Lîse Heîse ku piştî hilbijartin li seranserê Almanyayê deng veda û bû rojeva wî welatî, erka berdevkiya koma xwe jî li xwe girt.



Jina Almanî Lîse Heîse ji Rûdawê re axivî û bibîr xist ku ‘Kîrchheimbolanden Em in’ rêxistineke civaka sivîl û lê dibêje wan gelek caran niqaşên siyasî dikirin û di gelek mijaran de xwedî nêrînên hevbeş bûn. Derbarê wê biryara xwe ya beşdarbûna hilbijartinan de jî Heîse diyar dike ku ji wê pirsîne bê ka gelo dikare bibe berbijêra wan û wê jî qebûl kiriye.



Encamên hilbijartinê Lîse Heîsê jî matmayî dihêlin. Ji ber ku bi diyarbûna encaman hilbijartinê li wî bajarokî zêdetirîn deng bidest xistibûn.



Encûmena bajarokê Kîrchheimbolandenê ji 24 kursiyan pêk tê û Lîse Heîse bi wergirtina 991 dengan derbasî encûmena şaredariyê dibe. Piraniya endamên encûmenê jî xwendekarên Lîse Heîsê ne.







Lîse Heîse ku 4 zarok û 8 neviyên wê hene, dibêje ew hewl dide di heyama 5 salan de sozên xwe bicih bîne û radigihîne, “Armanca min ew e ez daxwazên xelkê bicih bînim. Armanca me ew e ku hewza melevaniyê careke din bidim vekirin. Ji xwe ji ber vê armancê ez ketim hilbijartinan. Wateya demokrasiyê çi ye? Demokrasî ew e ku mirov misogeriya tenduristiya hemwelatiyan bicih bîne. Gelo ev tên kirin? Aliyê kapîtalîst jiyana welatiyan serûbin dike. Divê em li hemberî vê bi awayekî aktfî kar bikin.”



Ew jina Almanî kiryarên Hîtler ên heyama Şerê Cîhanî yê Duyem bibîr dixe. Ji ber ku li dijî kuştina ciwanan û xelkê ji aliyê Hîtler ve, hatibû, ji dibistan û gundê xwe hatibû dûrxistin.



Lîse Heîse niha li gel kurê xwe yê 62 salî di malekê de dimîne, ji karên xwe yên rojane, melevaniyê û ajotina bisîkletê paş de namîne.



Rudaw
Top