• Sunday, 05 May 2024
logo

Du hevjînên Kurd 10 sal e bi cilûbergên Kurdî li cîhanê digerin

Gulan Media August 5, 2019 Corane
Du hevjînên Kurd 10 sal e bi cilûbergên Kurdî li cîhanê digerin
Du hevjînên Kurd ên ji Bakûrê Kurdistanê ev 10 sal in bi cilûbergên Kurdî li cîhanê digerin. Ew dibêjin, ‘Em him çanda Kurdî didin nasandin û him jî çandên biyanî nas dikin.’



Feyzullah Artuç ê 50 salî ku cotyar e û qonaxa seretayî ya dibistanê xilas kiriye, li gel hevjîna Taybet Artuc a 48 salî li welatên cîhanê digere û di van heyamên pêş de dê biçin geşta bo welatên Ewropayê.



Feyzullah û Taybet, ev 10 sal in bi cilûbergên Kurdî geşt kirine bo gelek welatên cîhanê û îsal jî niyeta wan heye biçin û li 20 welatên Yekitiya Ewropayê bigerin.



Ev herdu hevjîn, niştecihên bajarokê Gundikê Melê ne ku ser bi parêzgeha Şirnexa Bakûrê Kurdistanê ve ye û bo kêmkirina lêçûnan, çend meh berî geşta xwe bilêdên xwe dibirin.



Feyzullah Artuç dibêje, ew dê îsal biçin welatên endamên Yekitiya Ewropayê û diyar dike, “Me vîzeya xwe jî ji konsulxaneya Fransayê wergirtiye. Em dê ji vê derê biçin bo Yunanistanê, ji wir biçin bo Îtalya, Fransa, Almanya, Nemsa, Swêd û welatên din ên endamên Yekitiya Ewropayê.”



Ew welatiyê Kurd aşkere dike ji bo ku erzan be çend meh berî geşta xwe bilêdên xwe dibirin û radigihîne ku ew debara xwe bi rêya ajaldarî û cotyariyê dikin. Mînîbûseke Feyzullah heye û hevjîna wî Taybet jî dikanekê birêve dibe û bi vî awayî lêçûnên bo geştên xwe dabîn dikin.



Ew bi armanca nasandina çanda Kurdî û naskirina çanda welatan li cîhanê digerin. Tevî ku zimanekî biyanî nizanin bi îşaretan karên xwe bicî dikin û geştên xwe pêk tînin.



Feyzullah û hevjîna wî Taybet, bi cilûbergên resen ên Kurdî, heta niha çûne welatên Sûriye, Iraq, Îran, Ermenistan, Qeter, Japon, Gurcistan, Rûsya, Kuba û Brezîlyayê û geştên xwe encam dane.



Ev geştyarên Kurd ku dê îsal biçin bo welatên Ewropa, bi niyet in saleke din jî geştên xwe bidomînin û bi cilûbergên Kurdî li welatên cîhanê bigerin.



Rudaw
Top