Rojhilat – Li Çaldiranê di çilê havînê de berf barî!
![Rojhilat – Li Çaldiranê di çilê havînê de berf barî!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/80975f8be795bd1010ac45c7d66abfba_L.jpg )
Li gorî medyaya Îranê, şeva borî li bajarokê Çaldiran li eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê berf barî!
Dema xelkê bajêr sibê zû ji xewê rabûn, hewşa mala wan û otomobîl û kuçe û kolanên bajêr bi berfê spî bibûn.
Welatiyekî li ser otomobîla xwe, tijî ser de berf bûye, nivîsiye: “Çaldiran, 1398/5/12” (îro)
Di demekî de berf li wê devera Kurdistanê dibare ku li hinek deverên Kurdistanê germahî digihê nêzîkî 50 dereceyan!
Basnews