• Sunday, 05 May 2024
logo

Werzişwanekî kurd di tekwando de bû yekemê cîhanê!

Werzişwanekî kurd di tekwando de bû yekemê cîhanê!
Werzişwanekî kurd karî di tekwandoyê de bibe yekemê cîhanê.

Hêmin Mehdî yê xelkê Hewlêrê û di festîvala tekwandoyê ya cîhanê ya sala 20193e de beşdar bû, karî bibe yekem û vê derbarê de di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Ez spasiya xwedê dikim careke din dubare ez bûm yekemê cîhanê di festîvala tekwandoya cîhanî 2019ê ya li bajarê Pyeong Chang a Koreya Başûr, ku 57 welat beşdar bibûn. Min karî bi şikandina 12 fayansan ve bi navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê ve bibin yekem.’’

Herwaha got: ‘’Ez spasiya hemû wan kesane dikim ku bûn alîkar û piştevanê min. Bijî Kurd…Bijî Kurdistan.’’
Top