• Sunday, 05 May 2024
logo

Werzişvana Kurd ji bo bibe şampiyona cîhanî şev û roj dixebite

Werzişvana Kurd ji bo bibe şampiyona cîhanî şev û roj dixebite
Werzişvana ji Mûşa Bakurê Kurdistanê Mihrîban Oner ji bo Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî ku dê li Îtalyayê were lidarxistin, dixebite.



Mihrîban One a werzişkara Mûşî di Şampiyoniya Beza Çiya ya Balkan a li Romanyayê hatibû kirin di kategoriya jinan a jêr 20 saliyê de bibû yekemîn. Oner niha jî ji bo Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî ya ku dê li Îtalyayê were lidarxistin rojane dibeze.



Mihrîban Oner li navçeya Milazgir a Mûşê dijî, roj li stadê dibeze êvarê li hevrazên Daristana Ataturkê dibeze.



Oner diyar kir ku ew dixwaze xwediyê madalya zêrîn a Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî û wiha got: "Ez her roj bi qasî 20 kîlometreyan dibezim. Ez dixwazim bibim şampiyonê dinyayê. Ji bo vê ez şev û roj li kendalên Mûşê yên bilind dixebitim. Ez dê di 24ê tebaxê de li Îtalyayê beşdarî Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî bibim. Malbata min her dem alîkariya min dike. Ez spasiya wan dikim."

Rudaw
Top