• Sunday, 05 May 2024
logo

Keçeke Kurd li Sûriyê bû yekemîn

Keçeke Kurd li Sûriyê bû yekemîn
Xwendekara keç a Kurd, Rewşen Mihemed ku qonaxa 9an dixwîne, li ser asta Sûriyê bû yekemîn û di azmûnên seranserî yên wî welatî de ji temamiya puanan bi dest xistiye.



Xanima yekem a Sûriyê û hevjîna Beşar Esed, Esma Esed peywendiyê pê re dike û bi telefonê pê re diaxive.



Ev keça Kurd pileya tam di refa nehan de li ser asta Sûriyê bi dest xist û ji aliyê ofîsa Esma Esed ve tê xelatkirin.



Rewşen 3‪1‪0‪ ji 3‪1‪0‪an aniye û xwe jibo çûna bo Şama paytext amade dike.



Rewşen Mihemed Emîn Elo ji Rûdawê re dibêje: “Divê xwendekar armanca xwe diyar bike, piştre ji bo wê kar bike divê her tiştî deyîne ber çavê xwe, û ji destpêka salê bixwîne, roja yekê em çûn peymangehê ji me re gotin her yek xewna xwe bêje, xelkê danî dektor, endazyar, lê min danî 3‪1‪0‪.”



Dê û bavên Rewşen, ku bavê wê xelkê bajarê Hesekê ye û dayika wê jî ji Efrînê ye, herdû li zanîngehê ne û di warê çandiniyê de xwedî bawernameya Doktorayê ne.



Ew dibêjin, wan beriya hevjîniyê biryar dabûn navê keça xwe bikin Rewşen li ser navê şajina Kurd Rewşen Berdirxan.



Bavê Rewşenê, Mihemed Emîn Elo jî ji Rûdawê re behsa serkeftina keça xwe kir û ragihand: “Her ji ezmûnan dihat, ji me re digot ok, her tişt temam e, Rewşen ji kêmasiyên xwendinê aciz dibû, mamosteyên digotin zêdeyî asta xwe dixwaze.”



Li seranserî Sûriyê 2‪8‪6‪ hezar û 4‪8‪4‪ xwendekar di ezmûnên bawernameya amadeyî de beşdarî kirin, ku 1‪9‪3‪ hezar û 3‪7‪ kesan serkeftin tomar kirin û derbasî qonaxa din a xwendinê bûn.



2‪2‪ kesan jî bi rêjeya sed ji sedî xwendekarên yekem derketin, ku Rewşen Mihemed take Kurd a di nav wan kesan de ye.





Rudaw
Top