• Sunday, 05 May 2024
logo

Li festîlaveke navdewletî du grûpên Rojhilatê Kurdistanê bi ser ketin

Li festîlaveke navdewletî du grûpên Rojhilatê Kurdistanê bi ser ketin
Li festîvala navdewletî ya li Ermenistanê du grupên Rojhilatê Kurdistanê bi serketin.



Grûpa dawetê ya Şilêwe ya Banê û grûpa Zîlan a Urmiyê, di festîvala navdewletî ya bi navê Hapy Planet ku li Ermenistanê birêve çû, bi hevbeşî pileya yekem bi destxistin û bi dîploma şanaziyê hatin xelatkirin.



Li Festîvala Hapy Planet de ku di warê muzîk û dawetê de birêve çû, di warê muzîkê de tenê yek grûp weke yekemînê festîvalê hat diyarkirin û hat xelatkirin. Ew jî îsal Grûpa Zîlan a Urmûyê bû.



Ew festîvala navdewletî ku ji gelek welatan grûp beşdariyê tê de dikin, her sal li gundê geştyarî yê Têsaxet birêve diçe û nêzikî demjimêrekê ji Êrîwana paytexta wî welatî dûr e. Îsal jî ji 15 welatan hejmareke grûpan beşdarî festîvalê bûn

Rudaw

Top