• Sunday, 05 May 2024
logo

Staylîstê Efrînî li Hollandayê hat xelatkirin

Staylîstê Efrînî li Hollandayê hat xelatkirin
Staylîsekî Kurd ê ji Efrînê, Hesen Ibîş li Hollandayê ji aliyê berpirsên wî welatî ve hate xelatkirin.



Hesen Ibîş staylîstekî Kurd û xelkê herêma EfrînaRojavayê Kurdistanê ye, ku çend sal in li welatê Hollandayê û bajarê Utricht dijî.



Hesen Ibîş akademiyek li Hollandayê ava kiriye, ciwanan fêrî kuafêriyê dike, ji wan re kar dibîne û rêjeya bêkariyê jî kêm dike.



Ji ber vê xizmeta wî, şaredara bajarê Utrichtê ew xelat kir.



Heta niha Hesen Îbîş ku di nava ciwanan de weke Hesen Sîpan jî tê naskirin, gelek xelatên cuda wergirtine.



Berî niha ji ber xizmetên wî di nava ciwanan de û dîtina kar ji wan re, ofîsa Şahîtiyê ya Hollandayê destxweşî li wî kiribû.

Rudaw
Top