• Sunday, 05 May 2024
logo

Kêmxewî di zarokan de şiyana baldariyê lawaz dike

Kêmxewî di zarokan de şiyana baldariyê lawaz dike
Nojdarên Zanîngeha McGill a li bajarê Montreal ê Kanadayê radigihînin, zarokên ku kêm radizên, şiyana wan a baldariyê kêmtir e û rastî pirsgirêkên liv û tevgeran tên.



Nojdara Pispora Taybetmendiya Xewa Zarokan Dr. Penny Corkum ku serperiştyara lêkolînê ye, dibêje: “Zarokên ku temenên wan navbera 5 – 10 salî ne, divê herî kêm 10 – 11 saet razên, heta eger ji vê dema diyarkirî saetek jî kêm razên, şiyana wan a baldariyê lawaz dibe.”



Lêkolîna Zanîngeha McGill li ser 144 zarokên ku temenên wan di navbera 5 – 10 salî de ne, hatiye kirin. Piştî şopandina xewa wan zarokan, nojdaran dîtine ku zarokên xewa wan ne baş e û dereng radizên, şiyana wan a baldariyê xirab e û hêrs dibin.



Nojdarên pispor, dayîk û bavên zarokan hişyar dikin ku agahdarê şêwaz û dema xewa zarokên xwe bin, ji ber ku ev di siberojê de bandorê li ser zîrekiya wan dike.

Rudaw
Top