• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Almanyayê xwendekareke ji Kobanî bû yekem

Li Almanyayê xwendekareke ji Kobanî bû yekem
Keçeke ji Kobanî, tenê di nava 8 mehan de, ji xwendina zimanê Almanî û pola 9an bi hev re, yekem li ser asta herêma Zarland li Almanya derket.



Heyfa Xalid Îsmaîl, keçeke 17 salî ye û ji xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye, ku ev bû derdora salekê ye ku ew gihiştiye Almanyayê.



Xwendekara 17 salî Heyfa Xalid Îsmaîl tenê di nava 8 mehan de, zimanê Almanî û pola 9an li dibistanê bi hev re xwendine, û di dawiya sala xwendinê ya îsal de, ew bi encama ji %100 puan, yekem di pola 9an de derketiye.



Heyfa di xwendina xwe de, him dest bi fêrbûna zimanê Almanî kiribû, û him jî ji ber zîrekî û jîrbûna xwe, di pola 9an de li dibistanê hatibû qebûlkirin, û di encama xwendina xwe ya 8 mehan de, serkeftinek li ser asta wîlayeta Zar-Birokin ya ser bi herêma Zarland ve li Almanya tomar kir, û yekem di pola 9an de derket.


Rudaw
Top