• Sunday, 05 May 2024
logo

Jinekî kurd wek 100 jinên herî bi bandor li Meksîkayê hat destnîşan kirin!

Jinekî kurd wek 100 jinên herî bi bandor li Meksîkayê hat destnîşan kirin!
Jineka kurd wek yek ji sed jinên bi bandor li welatê Meksîkayê hat destnîşan kirin. Wêneya Hana Caf li ser bergê kovarê hat çapkirin.

Hana Caf ji bavekê Kurd û dayîkeka Meksîkî ji bajarê Santîyago ya wîlayeta Kalîfornîya Amerîka ji dayîk bûye.

Hana wek yek ji sîyasetavanên xuya yên welatê Meksîka dihêt hejmartin. Xwedîya rêkxistîya Caf Fawidêşin e, ku teyabete bi xwîndin û karên xêrxazî.

Li sala 2013ê Hana Caf Fîstîvala herî mezin a Kurdî li Meksîkê li darxist, ku çar rojan vekêşa û zêdetir ji 80 hezar kesan beşdarî têde kirin.

Di demên borî de çend caran serdana Kurdistanê kirîye û berdewam serdana kampên penaberên Kurd kirîye li Kurdistanê.

Basnews
Top