• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Duhokê welatiyekî di nav du salan de du otomobîl çêkirine

Li Duhokê welatiyekî di nav du salan de du otomobîl çêkirine
Li Duhokê welatiyek bi çêkirina otomobîlan ve mijûl e û wî di nav du salan de du otomobîl çêkirine. Yekem otomobîla wî, hammereke leşkerî ye.



Hostayê otomobîlê Sefer Silêman ji Rûdawê re diyar kir ku çêkirina otomobîlan, destkarîkirina sîstema otomobîlan û guhertina wan xeyala wî bûye.



Sefer Silêman li ser çêkirina yekem otomobîla xwe dibêje ku di destpêka şerê DAIŞê de bi alavên bikarhatî yên çend otomobîlan hammereke leşkerî çêkiriye.



Otomobîlên ku Sefer Silêman çêdike, bilindahî û qebareya wan ji otomobîlên asayî mezintir e, vê jî wisa kiriye ku ji bo deverên çiyayî baştir bin.


Rudaw
Top