• Sunday, 05 May 2024
logo

Kurdek dibe endama saziya Xelata Nobelê

Kurdek dibe endama saziya Xelata Nobelê
Nivîskar û rojnamevana Kurd a welatiya Swêdê Dilşa Demirbag-Sten, dibe endama saziya Xelata Nobelê.



Li gor nûçeyên medyaya Swêdê, Dilşa Demirbag-Sten ji aliyê endamên Komîteya Xelata Nobelê ve, weke endama komîteyê hat destnîşankirin.



Dilşa Demirbag-Sten piştî destnîşankirina ji bo wî karî, li ser hesabê xwe yê facebookê nivîsandiye: “Ez şanaz im û bi meraq li benda karkirina di saziya Xelata Nobelê de me.”


Demirbag-Sten nivîskar û rojnamevaneke Kurd a nişteciha Swêdê ye û damezrîner û endama çendîn rêxistin û grûpên wêjeyî ye, ji wan Encûmena Medyaya Swêdê û saziya şazadeyê cînişîna Swêdê.


Dilşa Demirbag-Sten bakaloryusa xwe li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Swêdê di warên zanistên siyasî û dîrokî de wergirtiye, çendîn xelat jî ji ber beşdariya di hewlên kultûrî û mirovî de jê re hatine dayîn.


Sê pirtûkên bi navên Şerecename, Welatê Dayîk û Zimanê Swêdî yên Dilşa Demirbag-Sten hene. Çend pirtûk jî bi hevbeşiya li gel nivîskarên din nivîsandiye, weke; Dengê Bêdengkiriyan, Pirtûka Zanyariyê li Dijî Tundiyê, Ji bo Berevaniya Azadî û Desthilat Berî Her Tiştî.


Rudaw
Top