• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Kurdistanê sîstema nû ya înternetê tê danîn: eSIM

Li Kurdistanê sîstema nû ya înternetê tê danîn: eSIM
Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Kurdistanê ragihand, êdî xizmetguzariya înternetê dê bê sîmkart û modem were dayîn.

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê Umêd Mihemed ji BasNewsê re got, ev demek e şîrketeka înternetê mijûlî danîna hêleka înternetê ye ku êdî pêwîstî bi sîmkart û modem nîne.

Umêd Mihemed da zanîn, navê wê sîstemê “eSim” e ku dema kesekî xwast înterneta wê şîrketê bistîne, sîstema nû li ser telefona wî/wê tê bicîhkirin û aktîf dibe.

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê anî ziman ku nirxa wê înternetê jî dê mîna yên berê be û got, emê çavdêriya nirxa înternetê bikin û nahêlin giran bibe.

Basnews
Top