• Sunday, 05 May 2024
logo

Gelo sûdên kenê ji bo dil û mejiyê mirov çi ne?

Gelo sûdên kenê ji bo dil û mejiyê mirov çi ne?
Du pisporên derûnî yên li Zanîngeha Loma Linda ya li eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê, Dr. Lee berk û Dr. Stanley Tan, li ser sûdên kenê lêkolîn kirine û derketiye holê ku di dema kenê de hewayeke zêdetir diçe nav mirov û bi vê yekê jî mirov zêdetir oksîjen werdigre.



Li gor lêkolîna Dr. Lee Berk û Dr. Stanley Tan sûdên kenê ev in:



Rêkûpêkkirina guvaşa xwînê



Ken ji bo kesên ku tansiyona wan a xwînê bilind e gelek baş e, ji ber ku tansiyona xwînê kêm dike, bi vê yekê jî metirsiya celteya dil û mejî kêm dibin.



Guvaşa derûnî kêm dike



Her dema ku mirov guvaşa derûnî yan tirsê hîs bike, dikare tiştekî ku wî/wê bikenîne bigere, ji ber ku ken asta hormonên guvaşê kêm dike, bi vê jî ji bandora xirab a guvaşa derûnî dûr dikeve.



Dilê mirov diparêze



Di dema kenê de dil zêdetir xwîn dişîne laşê mirov û laş kaloriyeke zêdetir dişewitîne, bandora wê jî bi qasî bazdaneke asayî heye.



Nefesgirtinê baştir dike



Dema mirov dikene, bi nefeseke kûr zêdetir hewa dikeve nav mirov û eger mirov bikare rojane 30 xulek bikene, nefesgirtina mirov baştir dibe.



Sîstema berevaniya laşê mirov bihêz dike



Her dema ku mirov dikene, xaneyên sîstema berevaniya laşê mirov çalak dibin, bi vê jî metirsiya nexweşketinê kêm dibe.



Şiyana fêrbûnê baştir dike



Ken ji bilî ku mejiyê mirov çalak dike, bi rêyeke ciyawaz jî şiyana fêrbûn û bîranîna mirov jî baştir dike.

Rudaw
Top