• Sunday, 05 May 2024
logo

Qehremana bîrkariyê ya Hewlêrê hat xelatkirin

Gulan Media April 29, 2019 Corane
Qehremana bîrkariyê ya Hewlêrê hat xelatkirin
Li ser asta dibistanên seretayî yên parêzgeha Hewlêrê û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê pişbirkeke bîrkariyê ji aliyê dezgeha Riwangeh birêve çû.

Li hola Seid Ebdulaha li Hewlêrê, îro qonaxa dawiyê ya pêşbirka bîrkariyê ya xwendekarên (kur û keç) dibistanên seretayî yên parêzgeha Hewlêrê birêve çû. Ev pêşbirk bi serperiştiya Dezgeha Riwangeh û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê bû.

Dezgeha Riwangeh derbarê armanca vê pişbirkê de ragihand, armanca wan ji vê pêşbirkê ew e, zêdekirina karîn û heza xwendekaran ji bîrkarî û zanistê ye.

Pêşbirk bi 4 qonaxan re derbas bû:

Qonaxa Yekem: 169 xwendekarên 169 dibistanên parêzgeha Hewlêrê yên ser bi Wezareta Perwerde ve beşdar bûn.

Qonaxa Duyem: Ji koma 169 xwendekaran, 10 xwendekar gihîştin vê qonaxê.

Qonaxa Sêyem: 5 xwendekarên gihîştin vê qonaxê û jê 3 xwendekaran piştî pêşbirka di navbera wan de 3 xwendekar gihîştin qonaxa dawiyê.

Qonaxa Çarem: Di vê qonaxê de 3 xwendekaran li ser pileya Yekem, Duyem û Sêyem ketin pêşbirkê û Vêsta Ferhan Seîd pileya yekem, Niza Wişyar Salih pileya duyem û Niwa Hêmin Elî pileya sêyemîn bidest xist.

Top