• Sunday, 05 May 2024
logo

Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX berdewam e

Gulan Media April 17, 2019 Corane
Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX berdewam e
Yekem Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX, duh Duşemiyê bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê hat vekirin û dê heta sê rojan berdewam be. Pêşangeh bi beşdariya kompaniyên navdewletî û navxweyî yên di warê teknolojî û tekonojiya zîrek û amûrên elektronîk de tê sazkirin.



Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX di navbera 15 heta 17ê Nîsanê de li Hola Seid Ebdullah birêve diçe û zêdeyî 100 kompaniyên navdewletî û navxwe yên zanistî di pêşangehê de beşdar in.



HITEX dê li Herêma Kurdistanê bibe pêşangeheke salane ya di warên elektronîk û teknolojî û teknelojiya zanyarî de weke peywendî, robotîks, komputer û mobayl, jêrxana torên elektronîk û asayiş, ewlehiya sîber, taybetmendiyên bikarhêner, reklam û medya, teknojiya zanyarî û zanîngehan, amûrên zîrek ên tendirustiyê, laşciwanî, lîstokên elektronîk û amûrên pêşketî yên weke drone.







Serokê Navenda Zanyariyên Teknolîjîk a Herêma Kurdistanê Hîwa Fezende Efendî li cihê pêşanehê got: “Hikûmet wekî kompaniyeke mezin kar dike û xizmetguzariya xelkê di warê teknolojiyê de dike.”



Hîwa Fezende Efendî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derdora 500 waran de xizmetê pêşkeş dike hewl dide bi sistemên teknolojîk karên rojane yên fermî kêm bike.







Serokê Navenda Zanyariyên Teknolîjîk a Herêma Kurdistanê herwiha amje kir ku teknolojî hem ji bo saz û dezgehên fermî û hem ji yên taybet ciheke xwe yê girîng heye û got: “Bi saya pêşangehên wek HITEXê bala xelkê Kurdistanê zêdetir diçe ser teknolojiyê.”



Berpirsa Medyaya Civakî ya HITEXê Rojîn Ehmed jî ji Rûdawê re derbarê pêşangehê de wiha axivî: “Yekem Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX ku û 70 kompanî û navendên zanistî yên Kurdistanî û Iraqî di pêşangehê de beşdar in, welatî eleqeyeke baş pê nîşan didin. Xwendevanên ji dibistan û zanîngehên cuda yên Kurdistanê beşdar bûne, berhemên xwe li vê derê pêşdan didin.







Herwiha di pêşangehê de çend amûrên li Kurdistanê hatine pêşxistin jî têne pêşandin.



Beşdariyê bi navê Hawkar Selam jî derbarê pêşangehê de ji Rûdawê re got: “Li Kurdistanê bo cara yekemîn e di warê teknolojiyê de tê sazkirin. Dema ku min pêşangeh bihîst ez hatim vir. Min xwest ku ez ji nêzîk ve bibînim. Tişta ku min hêvî dikir nedît lê dîsa baş bû. Hinek xebatên li Kurdistanê hatine kirin min ew dîtin, keyfa min ji wan re hat.”



Yekem Pêşangeha Teknolojî û Zanyarî ya Hewlêrê HITEX sibe Çarşema 17ê Nîsanê bidawî dibe.

Rudaw
Top