Jiyana porfesorê Kurd bi emailê hat guhertin
Li Brîtanyayê yekem mamostayê wî yê matematîkê dibêje, li pişt bûyerên bi serê Koçer Bîrkar re hatine tiştek heye.
Koçer Bîrkar ku 41 salî ye, di sala 2018ê de, li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê di Kongreya Matematîkzanên Cîhanî de xelata Fields a cîhanî ya di warê matmatîkê de wergirt, ku weke xelata Nobel a zanistê tê hesibandin
Jiyana Koçer her tim bi dilê wî nebûye û gelek zehmetî dîtine. Ji rojnameya Timesê re diyar ku wî 25 salan zehmetî kişandiye heya ku xelata Fields bidest aniye.
Koçer Bîrkar dibêje ew wekî penaber çûye Brîtanyayê wî bi kerta penaberiyê ji marketan pêwîstiyên xwe dabîn dikir û ew heyam di jiyana wî de ji rojên herî dijwar bûn.
Di wê heyamê de mafê karkirin û diyarkirina cihê ku lê bijî nebû. Bîrkar şandibûn bajarê Nottinghamê û bi mecbûrî li wê derê hatibû bicihkirin.
Matematîkê bikar tîne
Li bajarê Nottinghamê yê li herêma Midlandsa Rojhilat a Brîtanyayê, Bîrkar ligel sê kesên din di xaniyekê de dijîn. Bîrkar wiha behsa wê heyam dike: “Ey heyam gelek dijwar bû. Wê demê xewna min a herî mezin ew bû ku li zanîngeheke baş matematîkê bixwînim.”
Lê hikûmeta Brîtanyayê ne mafê xwendinê û ne yê karkirinî nedida Bîrkar. Jixwe zîmanê wî yê biyanî jî têra xwendinê nedikir.
Koçer diyar dike ku ew di dema 21 saliya xwe de tûşî zehmetiyên derûnî jî bûye û wiha behsa wê heyama dike: “Ji aliyê derûnî ve jî ew heyam ji bo min dijwar bû. Gelek kesan bo mafê penaberiyê serî li hikûmeta Brîtanyayê dikir, lê daxwazên wan dihat redkirin û paşê ew dersînor dikirin. Ez gelek kesan nas dikim ku dahatûya wan têk çû.”
Her di wê heyamê de ew wê maîla ku jiyana wî guehrtiyê, ji Zanîngeha Nottinghamê re dişîne. Bîrkar di nameya xwe de dibêje ku ew dixwaze ligel berpirsekî beşa endazyeriyê hevdîtinekê bike. Piştî demekê kurt ew daxwaza wî ji aliyê Zanîngeha Nottinghamê ve tê qebûlkirin.
5 xulek têra profesor dike
Koçer Bîrkar li Zanîngeha Nottinghamê ligel Prof. Ivan Fesenko hevdîtin pêk anî. Prof. Ivan Fesenko ku di heyama mastira doktoreyê de rawêjkarê Bîrkar e, dibêje ku matematîk zanisteke derhêza mirovî ye.
Fesenko got: “Di matematîk de hinek tişt ji derveyê me çêdibin. Lewma hatina Koçer Bîrkar a vê derê jî tesadufî nebûye.”
19 sal di ser vê hevdîtinê re derbas bûn, Koçer Bîrkar niha li Zanîngeha Cambridgeyê mamoste ye. Di meha sibata îsal de Zanîngeha Cambridge bi însiyatîva Prof. Ivan Fesenko merasîmeke rêzgirtinê ji bo zanayê Kurd Bîrkar saz kir ku Bîrkar wek yek ji mezintirîn derçûnê zanîngehê hat pênasekirin.
Koçer Bîrkar xelkê gundê Nê yê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê ye ku niha li Brîtanya dijî. Ew bûye şahîdê şerê heşt salî yê di navbera Îran û Iraqê de û her bi wê yekê wî topbaran û bomberan ezmûn kiriye.
Ji rojnameyeke Brîtanî re Bîrkar dibêje: “Îran û Iraq li dijî Kurdan bûn, lewma şerên wan ji bo min girîng nebû. Dema balafirên şer ew der bombebaran dikirin em her car ji tirsa ji dibistanê derdiketin. Min bixwe dît balafir çawa bombebaran dikirin.”
Bi gotina Bîrkar birayî wî matematîkê li wî dide hezkirin. Derbarê vê yekê de jî dibêje: “Min dixwest bi kûrahî matematîkê fêm bikim. Min bi xwe problemeke matematîkê çêdikir û her paşê min bixwe bersîva wê jî didît.”
Piştî Zanîngeha Tehranê qezenc dike Bîrkar dibîne ku tiştên dikin berê jî hatine bikaranîn.
Prof. Ivan Fesenko li Zanîngeha San Petersburg a Rûsyayê perwerdeya matematîkê xwendiye. Di matematîkê de wergirtina xwendekaran bi awayê hevpeyvînê çêdibe. Fesenko derbarê hevdîtina ligel Bîrkar re kirî de dibêje: “Bi saya ezmûnên min berê kirin, tenê 5 xulekan têre min kir ku ez bizanim Koçer Bîrkar kesekî jîr e.”
Şîfreya ‘Igor Rostislavovich Shafarevich’
Di hevdîtina xwe de Bîrkar ji Fesenko re behsa Igor Rostislavovich Shafarevich dike ev yek bandoreke erênî li bav Fesenko çêdike.
Fesenko da xuyandin ku dema Koçer Bîrkar ligel wî behsa Igor Rostislavovich Shafarevich kiriye her tişt li ba wî wek şîfreykê vebûye û pê de çû: “Min wê keliyê fêm kir ku ew bi çend cidî ye. Nizanim eger rêya wî li profesorekî din biketa dê çi bi serî wî de bihata.”
Koçer Bîrkar di dema xwendina xwe ya doktorayê de keçekî Taylandî nas dike û ligel wê dizewice. Niha wan zarokek heye û ew hersê zimanên Kurdî, Îngilîzî » Taylandî dizane.
Profesorê Kurd wiha behsa jiyana xwe ya li malê dike: “Eger hûn bên mala min hîç tişteke zêde nabînin. Min maseyê karkirinê nîne. Cih guhertin tişteke girîng e, carna di heyama seatekê de bêrawestan ez di nava malê digerim. Ji wê odeyê diçim odeya din. Hinek caran bo heyama seatekê bes li ser qenepe rûdinim. Ez bi vî awayî aram dibim. Dema ez wiha dikim her tişt ji bîr dikim û tenê bala xwe didim li ser karê xwe.
Rudaw