• Sunday, 05 May 2024
logo

Temenê mirov bi qasî 5 salan dirêj bû

Temenê mirov bi qasî 5 salan dirêj bû
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kir ku ji salên 2000î vir ve li seranserê dinyayê emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û herwiha jin ji mêran zêdetir emir dikin.



Li gor rapora "Daneyên Tenduristiya Cîhanî" di navbera salên 2000-2016an da emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û ji 66 sal û nîvekî derket 72 salan.



Ji bo emrekî dirêj dahateke baş li ser jiyanê xwedî bandor e û welatiyên li welatên dahat kêm e dijîn li gor kesên li welatên dahat zêde ye dijîn bi qasî 18,1 sal kêmtir emir dikin.



Jin ji mêran zêdetir emir dikin



Li gor encama rêjeya xwekuştinê ya gerdunî ya sala 2016an mêr li gorî jinan ji sedî 75 zêdetir xwe dikujin û di qezayên trafîkê de jî jimara mêrên birîndar dibin li gorî jinan du qatî zêdetir e.



Di nav welatên emrê mirovan lê dirêje de Japonya bi 84 û Swîsre jî bi 83 salan balê dikşîne, lê welatên wekî Lesotho û Komara Afrîkaya Navîn di qada temendirêjiyê de welatên herî dawîn in û mirovek li wan deran bi qasî 52-53 salan dikare bijî.



Di raporê de herwiha hatiye gotin ku welatên pêşketî di serî de jin ji mêran zêdetir emir dikin.

Rudaw
Top