• Sunday, 05 May 2024
logo

Dîzaynera Kurd bala pêlewanên cîhanî dikêşe

Dîzaynera Kurd bala pêlewanên cîhanî dikêşe
Hunermenda Kurd Dîlan Salih ku li Mecaristanê (Hungarya) dijî, bi dîzaynên moda û nîgarkêşiyê di nav pêlewanên cîhanê de bi nav û deng bûye. Dîlan Salih herwiha heta niha çend xelatên girîng bidest xistiye û berhemên wê di pirtûkên waneyan de cih girtiye.



Malbata Dîlan Salih xelkên Duhokê ne, lê ew bi xwe li Mecaristanê di sala 1986an de ji dayîk bûye. Dîlan niha li bajarê Szekesfehervar ê nêzîkî Budapeşteyê ye dijî.



Berhemên Dîlan Salih ên ku li ser hesabê xwe yê Ingstagramê belav kirin, di serî de, bala pêlewanên jin ên beşdarî Şampiyoneya Pêlewaniya Cîhanî ya li Amerîkiya (WWE) bûne û hejmareke zêde ya hunermenda kişand.







Dîlan Salih ji Rûdawê re got: “Ew tişta herî zêde pê keyfa min hatî, ew bû ku stêrkên WWE berhemên min li ser hesabên xwe yên Instagramê belav kirine û ji min xwestin ku ez wêneyên wan çêkim. Çend stêrkên cîhanî yên wek Catherine Joy Perry a bi nave Lana tê naskirin, Saraya-Jade Bevis, Paige, Sasha Banks, Summer Rae û Charlotte Flair ji min daxwaz kirin ku ez wêneyên wan çêkim. Min ji bo stêrkên WWE cilûbergên nû li ser kaxazê dîzayn kirin.”



Di temenê xwe yê zarokatiyê de Dîlanê mereq li ser hunerê hebûye û hêj biçûkatiya xwe de dest bi nîgarkêşiyê kiriye û ji bûkekan re cilûberg dîzayn dikir.







Derbarê vê yekê de Dîlan dibêje: “Ez hêj sê salî bûm, min mereq li ser nîgarkêşiyê hebû. Hemû tişt li pêşdibistanê (rewze) dest pê kir. Piştî pêşdibistan bidawî dib, di heyama ez li benda bavê xwe de dimam min nîgarên srûşt û modayê çêdikir. Mamosteyên min nîgarên min bo pêşbirkê şandin. Dema tiştek nebû ez bikim, min ji bûkekên xwe re cîlûberg dîzayn dikirin.”



Dîlan ku di medyaya Mecarî de wek “Keça Kurd” tê naskirin, di meha sibata îsal de yekem nimayişa cilbûrgan a xwe saz kir, lê pêştir bi tabloya xwe ya bi nave Noel di pêşbirka St. Elisabethê de xelat wergitibû û her bi wê tabloyê bi nav û deng jî bibû.







Hunermenda Kurd wiha behsa pêşbirka St. Elisabethê kir: “Di sala 2018ande pêşbirka St. Elisabethê hat sazkirin û ez jî beşdar bûm. Di pêşbirkê de min piraniya dengan hilda. Nîgaranê min ê xelat wergirtiye niha li tevahiyê dibistanên Szekesfehervarê di pirtûkên waneyan de cih girtiye. Hejmareke zêde ya kovarên cîhanî jî ew berhema mi, bikar anîn û li ser Instagramê ez şopandim.”







Bi gotina Dîlan hejmareke zêde ya hunermendên navdar ên cîhanî û dezgeh eleqeyeke baş li beramberî berhemên wê nîşan didin. Derbarê vê yekê de ew dibêje: “Hejmareke zêde hunermendên makyajê û stranbêja Arnavut a bi nav û deng Enca [Haxhia] jî berhemên min li ser hesabên xwe belav kirin. Herwiha malperên modayê yên wekî Artsblogger, Shinemyidols, Dailyart û çend malperên din jî belav kirin.”







Dîlan li her derê xwe wek Kurd dide naskirin û derbarê vê yekê de jî got: “Xelk fikir dikin ku Kurdîbûn tişteke nuwaz û balkêş e, lê tiştek ewqas aloz nîne. Pêwîstî bi demê heye ku heta xelk bizanin Kurdîbûn çi ye.”



Hunermenda Kurd dixwaze di dahatûyê de bê Kurdistanê û herwiha xewna wê jî ew e ku li Hewlêr an Duhokê dukana cilûbergan veke.

Rudaw
Top