Biryare îro çarşem zanîngeha Selahedînê bi merasimeke fermî û bi beşdariya hijmareke akademîsiyen, mamosteyên zanîngehên Kurdistanê û çend kesayetiyên din xelata Doktoraya fexrî pêşkêşî zaniyarê bîrkariyê yê Kurd Koçer Bîrkar bike.
Koçer Bîrkar xelkê gundê Nê ya ser bi Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê ye û 19 sale li Brîtanyayê dijî û par jî xelata herî mezin a cîhanî ya bîrkariyê wergirtibû.