• Sunday, 05 May 2024
logo

Kur û keçeke Efrînî di klîpekê de zewicîn

Gulan Media March 18, 2019 Corane
Kur û keçeke Efrînî di klîpekê de zewicîn
Malbateke Efrînî ku beriya heft salan hatine Stenbolê, çîrokeke zewac, bûk û zavatiyê ya balkêş tecrûbe kirine.



Herdû ciwanên bi navê Aras û Solîn ku beriya salekê biryara zewacê dane û hemû amadekarî kirine heta salon jî girtine, ji ber destpêkirina operasyona Çiqilê Zeytûnê dawet betal kirine û bêyî ku kirasê bûk û zavatiyê li xwe bikin zewicîne. Lê ew hesta ku di dilê wan de maye ji alî hunermendeke ji Bakurê Kurdistanê ve hatiye bersivandin. Hunermed Evîn klîbek kişandiye û ew herdû ciwan bi kirasê bûk û zavatiyê weke lîstikvan hewandine. Herwiha klîp bûye dawet û şahiya wan ya zewacê û şeva hineyê.



Aras û Solîn ji gundê Gorna yê ser bi Cindirêsêve beriya heft salan, ji ber şer derketine û hatine Stenbolê. Beriya salekê jî biryara zewacê dane û ta salon û roj jî diyar kirine, lê şer dîsan pîskê wan bernedaye. Di dema dawet çêbibe de operasyona li hemberî Efrînê destpêkiriye. Wan jî gotiye nabe ku li wir gelê me bimire lê em li vir şahiyê bikin.



Solîn niha 7 mehî ducanî ye û ew li benda keçekê ne. Lê wan ne kirasê bûk û zavatiyê li xwe kirine, ne jî weke her kesî ew roj bi kêf û şahî li jiyana xwe tomar kirine.



Aras Omar ji Rûdawê re wiha behsa çîroka xwe kir: “Pêşî ez derketim Yûnanistanê. Bavê min ji min re got here tê bixebitî û pere ji me re bişînî da em li vir bijîn. Paşê ez çûm sînor girtîbû. Bavê min got vegere em dê te bizewicînin. Ez hatim me salon girt. Min pere jî dabû. Rabû şerê Efrînê ket ber.Min got bavê min milet dimire ez jî dawetê bikim nabe. Pişt re me dawet nekir.”



Solîn piştî du mehan dibe dayîk. Malbat dixwaze navê bebikê bikin Avrîn. Lê xuya ye Solîn dixwaze ne navekî ku her kerbê bîne bîr lê navekî ku hêvî û jiyaneke heftrengî bîne bîr li keça xwe bike. Û ew dibê ger rojekê em vegerin warê xwe emê daweta xwe bikin.



Solîn Hamdûş jî got: “Wekî giyan min dixwest daweta min bibe. Em şa bibin. Ji xwe di jiyanê de carekê dibe. Me dixwest em dawetê xwe çêkin. Bes miletê me ji Efrînê direvî, birîndar dibûn. Me nexwest em jî li vir bireqisin û dawetê xwe çêkin. Wekî hemû qîzkan min dixwest lê nebû. Hema tiştek nabe bila miletê me bi kêf be, şer tunebe, dawet me çênekir jî zirar tine.”



Evîn Şah jî hunermendeke ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye. Ew jî eynî weke Aras û Solîn beriya 25 salan ji warên xwe bûye koçber. Piştî ku li çend bajarên Tirkiye jiyan kiriye niha li Stenbolê dijî û goranîbêjeke naskirî ye. Mirazê Aras û Solînê wê bi cî anî ye.



Hunermedn Evîn Şah jî got: “Sala 1993an gundê me şewitandin. Ji wê sedemê me koçî Aydinê kir. Li Mûşê me nikarîbû bijîn. Heval û dostên me yên ji Efrînê hebûn. Min ji wan re got ez dixwazim klîbekê çêkim li ser hine û bûk û zavatiyê.Behsa Aras û Solînê kirin û gotin wan dawet kirine lê şahî nekirine. Me jî got bila ewbin û klîp weke diyarî be ji wan re.”



Di klîba xwe ya bi navê ‘Hinne’ de Evînê Aras û Solîn weke lîstikvan hewandine û di dawet û şeveke hineyê de çi edet û toret hebin, bûk û zavayek di nava çi tecrûbeyan re derbas dibin, di klîbê de jî ew heye. Klîba hunermendê bûye daweta Aras û Solînê. Destê Mûşê negihîştiye destê Efrînê lê Bakur û Rojava du perçeyenê Kurdistanê li Stenbolê bûne yek dil û yek miraz.

Rudaw
Top