• Tuesday, 21 May 2024
logo

Pêşangeha herî mezin a geştûguzariyê li Hewlêrê vedibe

Gulan Media March 17, 2019 Corane
Pêşangeha herî mezin a geştûguzariyê li Hewlêrê vedibe
Pêşangeha Rojhilata Navîn a ji bo Geştûguzariyê bi beşdariya dehan kompaniyên navxweyî û biyanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vedibe.



Pêşangeha METEX derfet e, daku Herêma Kurdistanê zêdetir kompaniyan nas bike û veberhênanên zêdetir bike.



Li Herêma Kurdistanê gelek deverên geştiyariyê hene, herwiha gelek şûnwarên wê jî hene ku dîroka hinek ji wan vedigere bi hezaran salan.



Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Ebdurehman Ebdurehîm diyar kir ku 250 kompanî ji 20 welatan beşdarî pêşangehê dibin.



Kompaniyên ku beşdarî pêşangehê dibin, berhem û planên xwe pêşkêş dikin û hewl didin hevbeşiyên nû peyda bikin û peywendiyên xwe bihêz bikin.



Li gor amarên Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, par tenê du roj berî cejna Newrozê 76 hezar geştiyar berê xwe dan Herêma Kurdistanê, heta dawiya meha Adarê jî, ev hejmar gihişte 234 hezar geştiyaran.


Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku bi rêya vê pêşangehê ve bala geştiyaran zêdetir bo Herêma Kurdistanê bikşîne.



Rudaw
Top