• Friday, 17 May 2024
logo

Mêrdîn li benda 5 milyon geştyaran e

Mêrdîn li benda 5 milyon geştyaran e
Ji ber ku her diçe hejmara hatina tûrîstan zêdetir dibe, tê payîn ku îsal, Mêrdîn ji 5 milyon tûrîstan re malevanî bike.



Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, ku bajarê kevnar e û ji gellek şaristaniyan re malevanî kiriye û îro jî pêkhateyên cuda yên netewî û olî li vî bajarî li gel hev dijîn, ji niha ve rezervasyonên hotêlan ên mehên Adar û Nîsanê tijî bûne.



Mêrdîna kevnar ku bi dêr û mizgeft û kuçe, kolan û malên neqişkirî, yek ji bajarên sereke yên balekêş ên dinyayê ye û li vî bajarî amadekariyên pêşwazîkirina tûrîstên xwecihî û biyanî bi lezûbez didomin.



Armanc şikandina rekorê ye







Di derbarê zêdebûna tûrîstan li Mêrdînê û amadekariyên pêşwazîkirinê de, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ragihandiye, piştî ku bi alîkariya gelê Mêrdînê aramî hate bajêr, xebatên girîng û baş pêk hatin û ji bo hemû kêmasiyan, binesaziyeke baş a turîzmê hate amadekirin.



Yaman bal kişand ku li Mêrdînê bi xebatên çandî û hunerî û bi festîvalan, coşeke mezin çêbûye û got: “Mêrdîn hînî aramiyê bû, bû paytextê aramiyê.”



Mustafa Yaman, bal kişande ser berfirehbûna heyama hatina tûrîstan û got: "Di sala 2018an de di hejmara turîstan da rekor hat şikandin. Di wê salê de, ji 3 milyonî zêdetir mêvan hatin Mêrdînê. Êdî armanca me jî şikandina rekorên nû ye. Îsal jî em li benda 5 milyon turîstî ne."







Serokê Komeleya Turîzm û Otêlkaran a Mêrdînê (MARTOD) Ozgur Azad Gungor jî di derbarê mijarê de bibîrxist ku salên berê di kar û xebatên tûrîzmê de ew bi gellek pirsgirêkên mezin re rûbirû mane û wiha dom kir: “Lê belê di 2 salên dawî de ew pirsgirêk êdî neman. Li bajarê Mêrdînê ku 49 hotêlên ku bi giştî hejmara nivêneyên wan digihîje 6 hezar û 500î, par me rekoreke girîng şikand. Ji ber vê yekê îsal hêviya me mezintir e.”



Gungor anî ziman ku di anketên di derbarê tûrîzmê de diyar dibe ku ji 10an 7 kes dixwaze Mêrdînê bibîne û got: “Mêrdîn niha gelekî populer e. Em dixwazin rekora par bişkênin. Armanca me ew e ku em hejmara turîstên têne Mêrdînê bigihînin 5 milyon kesî. Serdanên mehên Çile û Sibatê bi ser asta ku me hêvî dikir de bû. Di Adarê de rêjeya tijîbûna otêlan zêde ye. Di nîsanê de jî nêzîkî tijîbûnê ye.”

Rudaw
Top