• Tuesday, 21 May 2024
logo

Keçeke Kurd a 4 salî xwîşka xwe ya 7 mehî ji şewatê rizgar kir

Gulan Media February 25, 2019 Corane
Keçeke Kurd a 4 salî xwîşka xwe ya 7 mehî ji şewatê rizgar kir
Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi malekê ket. Ceren a 4 salî, xwîşka xwe Asmîn a 7 mehî bi tena serê xwe ji mala agirpêketî derxist û ew ji şewatê rizgar kir.



Bûyer di encama agirpêketina sobeya malekê de derketiye û wê demê tenê du zarokên bi navê Cerena ya 4 salî û Asmîn a 7 mehî li malê bûne. Ew zarok di mala bapîr û dapîra xwe de bûne, lê wê demê ew ne li mal bûne.



Mehmet Temel û Sebahat Temel, herdu neviyên xwe li malê di xew de dihêlin û derdikevin derve. Piştî ku dapîr û bapîrê herdu zarokan ji malê derdikevin, ji ber sedemeke ne diyar agir bi malê dikeve.



Cerena 4 salî di kêliya şewata malê de, bi ketina lûleyên sobeyê şiyar dibe û dibîne ku mal dişewite, lewma zû radihêje xwîşka xwe ya 7 mehî, wê ji malê derdixe û ji şewatê rizgar dike.



Mehmet Temel û Sebahat Temel, bapîr û dapîra wan herdu zarokan ji xelkê dibihîsin agir bi mala wan ketiye û bilez û bez xwe digihînin mala xwe. Dema ku ew digihin malê, dibînin ku herdu neviyê wan ji şewatê filitî ne û tendirustiya wan baş e.



Tîmên agirvemirandinê ji bo cihên bûyerê tên şandin û hewla kontrolkirina agir didin, lê belê hewlên wan bê encam dibin û mal bi temamî dişewite.



“Min xwîşka xwe ji malê dernexista dê bişewitiya”



Piştî bûyerê, Cerenê ji medyayên herêmî re axiviye û ragihandiye ku ew û xwîşka xwe di xew de bûne, û bi dengê ketina lûleyên sobeyê ew şiyar bûye, rahêjayê xwîşka xwe û zû ji malê derketiye.



Cerenê gotiye: “Ez pir kêfxweş im. Ger min xwîşka xwe ji malê dernexista dê bişewitiya.”

Rudaw
Top