• Tuesday, 21 May 2024
logo

Erebistana Siûdî jinekê dike Balyoza xwe ya li Amerîkayê

Gulan Media February 24, 2019 Corane
Erebistana Siûdî jinekê dike Balyoza xwe ya li Amerîkayê
Di dîroka Erebistana Siûdî de yekem car e ku jinek posta balyozekê werdigre hevdem pileya wezîrê jî bo wê tê dayin.



Rîma Bint Sultan bin Ebdulezîz ku 44 salî ye, bi Balyoza Siûdiyê li Amerîkayê bi pileya wezîr hat erkdarkirin, bi vê yekê Rîma bint Sultan di dîroka Sûdiyê de dibe yekem kesa vê postê werdigre.



Bint Sultan sala 1975an li paytexta Erebistana Siûdî bajarê Riyazê jidayik bûye û li Amerîkayê li zanîngeha George Washigton xwendiye.



Di sala 2014an de Rîma Bint Sultan ji aliyê kovara Fast Company ya Amerîkî weke bihêztirîn kesayetiya dahêne ya cîhanê destnîşan kir û di heman salê de ji aliyê kovara Foreign Policy ya Amerîkî ket nav lîsteya bîrmendên mezin ên cîhanê.

Rudaw
Top