• Tuesday, 21 May 2024
logo

SÊVA MÎXEKRÊJ - Li Kurdistanê sembola evîndariyê

Gulan Media February 15, 2019 Corane
SÊVA MÎXEKRÊJ - Li Kurdistanê sembola evîndariyê
Sêva Mîxekrêj ku nêrîteke kurdan a dîrokî ye, ji aliyê ciwanên Bakurê Kurdistanê ve bi eleqeyek balkêş tê nûjenkirin.



Sêmbola eşq û hezkirinê, bêhna binê sindoqa dapîran hêdî hêdî li cîhanê belav dibe û dibê sîmgeya valantîne jî. Projeya li ser Sêva Mîxekrêj ku ji alî Wezareta Kulturê ya Herêma Kurdistanê ve beriya çend salan jibîrkirinê hatibû rizgarkirin, ji Bakurê Kurdistanê mildayîneke balkêş dibîne.



Ciwanên Bakurî yên ku li metropol û bajarên Tirkiye û bajarên Bakur dijîn, êdî her sal di roja evîndaran de vê nêrîtê digihînin lûtkeyeke din.



Bêhna sêvan tê. Vê carê ne bi dengê bafîrok û teyareyan ji ezmên ve. Lê bi hilavtina dilan, bi hilma eşq û evînê, ji dest û awirên evîndaran. Sêv û mixêk hilm û çêja xwe li hev mehr dikin. Mîna awirên van herdû ciwanan. Dengê dilê yeke ji wan dibe sêv, ê dina mixêk. Wate, ew têkel eşq û evîn, hez û dilberdan, yan jî bêhna bihûşta dilên zîz.



Ciwanê bi navê Mahfuz Aksoy dibêje: “Kevneşopiyeke wisa kêfa min jê re hat. Dibên ku ew sed salî xira nabe. Ger temenê meriv tê bigihîje û nîşanî zar û nêwiyên xwe bike tiştekî xweş e. Seheta wan xweş ên ku ew çalakî dan çêkirin.”



Sînem Yalvaç jî diyar dike: “Min îro bihîst ku nêrîteke wiha heye. Ez vê ji xwe re çêdikim û ez ê li malê bidim ber balgiyê xwe. Ez bawer im ku bêhna wê gelekî bibandor e û her ku me ew bêhn kişand, dê hez û eşq bê bîra me.”



Kevneşopî û nêrîta sedan salane ya Kurdên çiyayî. Xelat û mizgîniya dilketî û dilşkestiyan, ji alî ciwanên demê ve tête vejandin. Kesên ne kurdbin, dema wate û wetanê vê sêmbola mîstîk û mîtolojîk dibihîzin, xweziya xwe tînin bi nêrîteke kurdan. Ji ber ku ew watedartir diyarî ye bo eşq û roja aşiqan.



Lezgîn Kitapçiyan dibêje: “Bi rastî ev nêzîkî 27 sal in ez kurd im min hîna beriya du salan ew tişt bihîst ku tiştekî wiha heye. Lê gava min bihîst jî pir bi qîmet hat ji min re. Ji ber ku tu tiştekî bi destê xwe çêdikî bo evîndara xwe.”



Salih Kevirbirî jî diyar kir: “Îro rojeke taybet e û me xwest ku em li vê derê bin. Mêvana me jî ji Başûr e. Em gelek qedr û qîmetê didinê. Sêv jî me biryar da ku em bişînin ji hevala xwe re ku li Qazaxistanê li Almaatayê ye.”



Şade Ako eşkere dike: “Wexta ku ez pê hesiyam ez gelekî şaş bûm. Ji ber ku min berê nedizanî.”



Geştiyarekî bi navê Rafael jî dibêje: “Ev çanda hanê ez niha dibînim. Me ne dizanî ku kurd tiştekî wiha dikin. Li cem me jî gulên sor û şîraniyê dibin ji evîndarên xwe re. Weke din tiştekî taybet nîn e. Min gelek ji vê nêrîtê hezkir.”



Projeya li ser sêva mîxekrêj ku beriya çend salan ji alî Wezareta Çandê ya Hukumeta Herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin, ew du sal in ji alî Chalak Events ve tê palpiştkirin. Di roja evîndaran de li Stenbolê atolyeya sêva mîxekrêj tê amadekirin.



Gernas Nenas destnîşan kir: “Ji xwe li Başûr 14 sal e ew kevneşopî hatiye vejandin. Li Bakur jî ew du sal e. Em ji par ve vê çalakiyê dikin. Hêviya me ew e ku kevneşopiyên wisa û çanda kurdan ji nû ve bêne vejandin û kurd eleqe nîşanî çanda xwe bidin.”



Îsal li Enqere û çend bajarên din jî ew dîdarî berbelav bûye. Tora pirtûkan ango pirtûkakurdî jî bi rêya înternetê kampanyayek bi heman hincetê dimeşîne. Sêva mîxekrêj, xwe li çiyayên Kurdistanê xemilandiye û bêhna xwe firî ewran dike, da li cîhanê bibe sêmbola valentîne.

Rudaw
Top