• Friday, 17 May 2024
logo

Qesra Îshaq Paşa di 2018an de rekor şikand

Gulan Media February 12, 2019 Corane
Qesra Îshaq Paşa di 2018an de rekor şikand
Hejmara ziyaretvanên Qesra Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîd a Agiriyê lı Bakurê Kurdistanê zêde bûye.



Qesra dîrokî ya li başûrê navçeya Bazîda ser bi parêzgeha Agiriyê ve di nav qadên herî hêja yên geştyariya Bakurê Kurdistanê de cih digire.



Qesra Îshaq Paşa li herêmê yek ji mînakên berbiçav yên dîrokî ye û ji sala 2000î vir ve di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê de cih digire. Ji bilî geştyarên xwemalî ji welatên Asya û Ewropayê jî tev geştyar tên dîtina qesrê.


Qesra Îshaq Paşa di çar demsalên salê de her carê bi xweşiyeke xwe ya awayekî balê dikşîne, biharê bi hêşînahî, havînê bi hênikayî, payîzê bi zerayî û zivistanê jî bi xemla spî bangî geştyaran dike.



Qesra Îshaq Paşa di sala 2018an de jî bi hejmara geştyarên serdana wê kirine rekoreke nû bi dest xist û di çar salên dawîn de jimar gihîşt asta herê zêde. Di sala 2015an de 44 hezar û 603, di sala 2016an de 57 hezar û 175, di sala 2017an de 92 hezar û 830 û di sala 2018an de jî 121 hezar û 94 geştyarên xwemalî û biyanî hatin çûne qesrê.

Rudaw
Top