• Tuesday, 21 May 2024
logo

Ferencî yek ji destçêkiriyên bi navûdeng ên Hewramanê ne

Gulan Media February 10, 2019 Corane
Ferencî yek ji destçêkiriyên bi navûdeng ên Hewramanê ne
Hoste Elî Emin li mala xwe mijûlî çêkirina ferencî ye. Li Hewramanê li şûna qapûtan, ferenciyan li xwe dikin. Ji bilî navê ferencî, jê re peste û kolebal jî tê gotin.



Hoste Elî ku li Hewramanê weke Heme Leylê tê naskirin, ev 45 sal e li odeyeke mala xwe îş û karê wî çêkirina ferenciyan e. Ji bo çêkirina her ferenciyekê, 4 heta 5 rojan dixebite. Ferencî ji çerm û hiriya mihan tê çêkirin.



Hosteyê çêkirina ferenciyan Elî Emîn dibêje: “Ev nêzîkî 45 salan e kar û pîşeya min çêkirina ferenciyan e. Çerm bêtir ji Bokan û Seqiz û Sine û Kirmaşanê ji me re tê û em li vir wan dikin ferencî yan kulav û kum û kemerbend û her tiştê ku xelk û kiryar daxwaz dikin em çêdikin.”



Ji berê ve ferencî ji bo xwegermkirinê tên bikaranîn. Beşek ji xelkê jî ji bo bedewiyê wan bi ser cilên Kurdî de li xwe dikin.



Ji bilî xelkên Hewramanê, xelkên gundên din jî serdana Heme Leylê dikin ji bo kirîna ferenciyan.



Derbarê ferenciyan de Elî Emîn dibêje: “Ferencî ji bo zivistanê pir germ e û ji bo havînê jî hênik e, ji bo jana piştê pir baş e, û êşa wê nahêle, ji ber germkirinê. Weke derman e. Pir kesan bikar aniye û ji bo xelkê sûda wê pir hebû.”



Marketeke firotina kelûpelên destçêkirî li Hewramana Text, temamiya kelûpelên ku li vir hatine nimayişkirin, bi destê xelkên Hewramanê hatine çêkirin. Firotina ferenciyan di demsala zivistanê de zêdetir dibe.



Xwediyê Marketê jî got: “Ferencî reng û reseniya xelkê Hewramanê nîşan dide. Li Hewramanê qapûtan li xwe nakin. Tekane tiştê ku ji bo germkirinê tê bikaranîn ferencî ye. Ji bilî zivistanê di buharê de jî li xwe dikin. Ferencî cilên Kurdî pir xweşiktir dikin û li ser qutik û çoxikan pir bedew derdikevin.”



Berê eger mirovekî ferencî li xwe bikira, demildest zanîbûn ew mirov Hewramî ye, lê niha kesên din jî ji bo bedewiyê ferenciyan li xwe dikin.

Rudaw
Top