• Tuesday, 21 May 2024
logo

Penaberekî Kurd xelata herî giranbiha ya wêjeyî ya Awustralyayê wergirt

Gulan Media February 2, 2019 Corane
Penaberekî Kurd xelata herî giranbiha ya wêjeyî ya Awustralyayê wergirt
Bêhrûz Boçanî yê rojnamevanê penaber ê Kurdê Îlamê ku bû pênc sal ji aliyê hikûmeta Awustralyayê ve li girava Manûs desteserkirî ye, xelata wêjeyî ya Vîktoryayê wergirt ku xelata herî giranbiha ya wêjeyî ya Awustralyayê ye û bi qasî 100 hezar dolar e.



Bêhrûz Boçanî di nav wan pênc salan de ku li girava Manûs mane, êş û janên jiyana xwe ya koçberiyê di çarçoveya romanekê de bi navê "Ji bilî çiya hevalek tine ye" nivîsandiye.



Desteya Xelata Vîktorya derbarê romana Boçanî de diyar kiriye ku şêwazeke ciyawaz a vegotinê di romana xwe de bi kar aniye û ekolên cuda cuda yên wêjeyî yên seranserê cîhanê têkel kiriye û bi taybetî ji jêderka wêjeyî ya Kurdî ye.



Bêhrûz Boçanî hemû romana xwe li ser Whatsappê bi zimanê Farisî nivîsandiye û şandiye Umêd Tewfîq û wî jî wergerandiye Îngilîzî.



Boçanî li ser vê mijarê dibêje ku min romana xwe li ser kaxizan nedinivîsand, "ji ber ku pasevan hefte yan jî mehê carekê diketin odeyan û tiştên me digeriyan û ez ditirsiyam nivîsên min jî biçin".



Hikûmeta Awustralyayê bi ti awayekî rê nade koçberên li girava Manûs, biçin nav axa Awustralyayê, heta rê nedane Boçanî jî, ku ji bo wergirtina xelata xwe ji girava Manûs derkeve derve.

Rudaw
Top