• Friday, 17 May 2024
logo

Kazakiztan - Bankêra kurd Narîn Nadirova xelata jina herî serkeftî wergirt

Gulan Media February 1, 2019 Corane
Kazakiztan - Bankêra kurd Narîn Nadirova xelata jina herî serkeftî wergirt
Bankêra kurd Narîn Nadirova (Narîn Kinyazê Hemîd), yek ji jinên kurd ên serkeftî ye di warê aborî de. Ji ber serkeftina kar û Madalya Merey wergirt.

Ew xelat her sal ji bo kesên li Kazakistanê di warê banka-fînans û aboriyê de serkeftî tê pêşkêşkirin. Narîn Nadîrova li Kazakistanê CEO-ya Home Credit Bank– ew bankeke navdar e, li seranserê dinyayê ofîs û şaxên wê hene.

Narîn Nadîrova keça parlamentarê Ermenîstanê Kinyazê Hemîd û bûka Akademîsyenê kurd Nadirê Kerem Nadirov e. Bavê Nadir Nadîrov Parlementerê kurd Kinyazê Hemîd jî beriya bi mehekê yekem danişîna Parlamentoya Ermenistanê birêve biribû.

Basnews
Top