• Tuesday, 21 May 2024
logo

Koçberekî Sûrî li Berlînê bûye ajovanê otobusê

Gulan Media January 22, 2019 Corane
Koçberekî Sûrî li Berlînê bûye ajovanê otobusê
Li Berlîn a paytexta Almanyayê koçberê Sûrî yê bi navê Mihemed Seîd ajovaniya (şofêriya) Otubosa veguhstina giştî dike.



Mihemed Seîd berî salekê diçe dewreyeke fêrbûna ajotinê, herwiha 4 mehan jî fêrî zimanê Almanî dibe, piştre ligel 15 şofêrên din mohleta ajotinê werdigire û niha li Kompanyaya BVG a veguhestina giştî kar dike.



Mihemed Seîd dibêje: "Tiştê ku di kar de min kêfxweş dike, dema ez xizmeta xelkê dikim, ez kal û pîran ji devera A vediguhêzim devera B, karê min alîkariya xelkê ye, rojane ez bi vî karê girîng radibim."



Ew koçberê Sûrî ligel fêrbûna ziman û ajotinê, fêrî teknîkî jî bûye, gelekî ji karê şopfêrtiyê hez dike, niha li nav bajarê Berlînê ligel karwanê 1300 otubûsên veguhestina giştî xizmetê dike.



Mihemed Seîd herwiha dide xuyakirin: "Karê min hinek caran zehmet e, ji ber qerebalixiyê astengên trafîk û çûnhatinê çêdibin, hinek şofêr jî sergerm in, lê bi giştî karê min xweş e."



Koçberê Sûrî Mihemed Seîd 33 salî ye, bavê du zarokan e, û sala 2015ê ji ber şerê navxwe yê welatê xwe reviyaye Almanyayê. Piştî wergirtina bawernameya zanîngehê dixwest bibe mamoste , lê niha li Berlînê şofêrtiyê dike.

Rudaw
Top