• Tuesday, 21 May 2024
logo

Li Hewlêrê festîvala nasandina dîk û mirîşkên Kurdî hat sazkirin

Gulan Media January 21, 2019 Corane
Li Hewlêrê festîvala nasandina dîk û mirîşkên Kurdî hat sazkirin
Li Hewlêrê 1emîn Festîvala Nasandina Mirîşkên Kurdî birêve çû. 25 kes û 25 taxim beşdar bûn, ku her taxim ji yek dîk û du mirîşkan pêk dihat.



Serokê Rêxistina Mafên Ajelan Bextiyar Xalis, ku rêxistineke xwebexş e, dibêje ku bi mebesta nasandina cureya resen a dîk û mirîşkên Kurdî, ev festîval hat sazkirin.



Beşa Çavkaniyên Ajelan a Fakulteya Çandinî ya Zanîngeha Selahedîn, bi encama lêkolînên li ser DNAyê, taybetmendiyên dîk û mirîşkên Kurdî destnîşan kirine. Ji bo lêkolînê li ser zêdetirî 20 cure dîk û mirîşkên Kurdî xebitîne.



Heta niha tevî hebûna zêdetirî 30 cure dîk û mirîşkên Kurdî, lêkolîneke mezin a zanistî nehatiye encamdan ku bikare dîk û mirîşkên Kurdî bike xwedî pênase.



Herwiha berî niha cureyên dîk û mirîşkên Kurdî ji cureyên din ên dîk û mirîşkên biyanî nedihatin cudakirin.

Rudaw
Top