• Tuesday, 21 May 2024
logo

Keçeke Amerîkî li Kurdistanê ciwanan fêrî xweşemitandinê dike

Gulan Media January 20, 2019 Corane
Keçeke Amerîkî li Kurdistanê ciwanan fêrî xweşemitandinê dike
Keçeke Amerîkî ku rahênera xweşemitandina ser berfê ye, hatiye Başûrê Kurdistanê û bi awayekî xwebexş li Çomanê ciwanan fêrî xweşemitandinê dike.



Eshly Hars ji Amerîkayê ye û rahênera xweşemitandina ser berfê ye û li Çomanê hejmarek kur û keçên Başûrê Kurdistanê fêrî xweşemitandinê dike.



Destpêkê li cihekî nizm rahênan dikin. Gelek zû dikevin erdê, lê daxwaza hînbûnê wisa dike ku êş û jan hîs nekin. Zû radibin û baş xwe dişemitînin. Hêlîn baş fêr bûye û masefeyeke dirêj diçe.



Hêlîn Selam ku ji bo fêrbûna xweşemitandinê hatiye Çomanê dibêje ku ew dixwaze fêrî xweşemitandinê bibe û keçên din jî fêr bike.



Rahênana keç û kuran, ji bo festîvala salane ya li Çomanê ye, hejmarek ciwan perwerde bûne û tirsa wan li ser xweşemitandinê nemaye.

Rudaw
Top