• Friday, 17 May 2024
logo

Li cîhanê herî zêde li Tirkiyê çay tê vexwarin

Gulan Media January 18, 2019 Corane
Li cîhanê herî zêde li Tirkiyê çay tê vexwarin
Li gor encama rapora Kongreya Navdewletî ya Çayê ku li dewleta Çînê hatibû sazkirin, li gor nisbeta nifûsê dewleta ku herî zêde çay vedixwe Tirkiye ye, li gor encamnameyê li cîhanê 7.3 milyar kes hene û salane serê mirovê 500 gram çaya hişk tune dike, lê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê behra yek kesek salane 3.5 kîlo ye û ev rêje 7 qat ji asta cîhanê zêdetir e.



Li Çayxaneya Bilind a Amedê ji her temênê mirov rûniştî ne û suhbetên germ digerînin, derva sar e, lê bi çaya qaçax suhbet jî dil jî germ dibin.



Her 10 xulek carek li vê derê siniya çay digere li ser maseyan, gelek caran jî li ser heman maseyê çay dubare dubare tê vexwarin.



Welatiyê bi navê Mihemed Saygin dibêje: “Ez rojê 20 îskan çay vedixwim.”



Mûsa Erellî diyar dike: “Rojê 20 îskan dikarim vexwim zêdetir e ne kêm e.”



Ebdullah Kengerlî jî dibêje: “Ez 10 îskanan vedixwim.”



Ehmed Eren rekora xwe ya vexwarina çayê eşkere dike û dibêje: “Rekora min a çay vexwarinê 50 ye.”



Diyadîn Sert jî dibêje: “Min berê pir vedixwar niha perê min nîne min kêm kiriye.”



Çay li Tirkiyeyê li herêma Behra Reş tê hilberandin, salane li vê derê 259 hezar ton çay ji nav bazara Tirkiye û Ewropayê re tê veguhestin, hilberandin her çend li herêma Behra Reş be jî li vexwarina herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê encam dide ku tenê li bajarên wek Erzirom, Dîlok, Riha, Mûş, Amed, Mêrdîn, Bedlîs û Agiriyê nêzî 50 hezar ton çay tê vexwarin.



Xwediyê Kafeyê Seyfî Duman diyar kir: “Li bajarê Amedê ez kafe didime şuxilandin, mêvanên me yên vê derê ji her vexwarinê zêdetir daxwaza çay dikin, lê yên bi temen bêhtir vedixwin, nifşê nû bêhtir nescafe, çîkolata û hilberînên pakêtan daxwaz dikin.”



Çaya ku li Bakurê Kurdistanê tê vexwarin ji bilî çaya Tirkyê çaya hawirdekirî ango bi gotina nav xelkê çaya qaçax e ku ev çaya Srîlankayê ye, li Bakur bajarên Serhedê bêhtir çaya Behra Reş vedixwin, lê bajarên wek Amed, Batman, Mêrdîn, Riha û Dîlokê bi rêjeya %90 çaya qaçax tê vexwarin.



Komfiroş Recep Dakak dibêje: “Li Amedê bêhtir çaya qaçax tê firotin, nirxê çaya qaçax ji çaya Tirkiye zêdetir e, lê ev 2 salên dawî hêdî hêdî çaya Tirk jî tê firotin.”



Hilberandin û vexwarina çayê li dewletên Asyaya Dûr, navîn û Rojhilata Navîn sal bi sal zêdetir dibe, lê ev rêje li dewletên pêşketî yên wek Amerîka û Ewropayê kêmtir dibe.

Rudaw
Top