• Tuesday, 21 May 2024
logo

Wêneyê li Şirnexê hate kişandin di malpereke navnetewî de bû yekem

Gulan Media January 13, 2019 Corane
Wêneyê li Şirnexê hate kişandin di malpereke navnetewî de bû yekem
Club of Black and White Photography wêneyê Seyda Goyan ê ku li navçeya Qilaban Şirnexê kişandî wek baştirîn wêneyê meha Kanûna 2018an hilbijart.



47 hezar wênekêşên profesyonel endamê malpera Club of Black and White Photographyê ne û lijneyekê wê heye. Her meh bi hezaran wêne ji aliyê wênekêşên şareza ve li malperê têne barkirin û ji aliyê lijneyê ve têne hilbijartin.



Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê her meh wêneyê baştirîn hildibijere.


Wêneyê ku Seyda Goyan li gundê Dêrahînê ya ser bi navçeya Qilaban ve kişandiye ji aliyê Lijneya Rêvebir a Club of Black and White Photographyê wek baştirîn wêneyê meha Kanûna 2018an hat hilbijartin.


Wênekêşê Kurd Seyda Goya derbarê wêneyê xwe de ji Rûdawê re got: “Ev dayîk ji gundê Dêrahînê ye, wê gazî neviya xwe dikir got `were wêneyê xwe bibe ez nekarim bênim ji te re` û di wê keliyê de min jî wêneyê wê girt.”

Seyda Goyan herwiha da zanîn ku wêneyeke din ê wî, ji aliyê malpereke din ve wek berbijerê meha Sibatê hate hilbijartin.

Rudaw
Top