Kurdek sîstema polîsê Holandayê modern dike
Di vê bînayê de, ku weke yek ji rêveberê mezin têde kar dike, sê parêzgehên bakurê Holandayê ji aliyê ewlehiyê ve tên birêvebirin. Ew heman bîna ye ku di dema xwe Saman weke penaxwazekî berê xwe dayê û li wê derê daxwaza mafê penaberiyê kir, lê belê niha li heman bînayê, polîsên Holendî wî weke mezinê xwe dibînin û di jûra wî de ku Ala Kurdistanê hatiye danîn, diçin cem wî û raporta xwe ya rojane didin wî.
Ew pêştir li Kurdistanê pêşmerge bûye û bi dilekî şikestî welatê xe yê yekem ci cih hiştiye, lê belê niha li welatê xwe yê duyem, projeya nûkirina polîsê Holandayê spartine wî û ji ber bibandorbûna wî jî, Serokwezîrê Holandayê daxwaz ji wî kiriye ku bibe endamê partiya wî.
Ew xelkê Silêmaniyê ye û jidayikbûyê salên 70 yê sedala 20an e, dema ku bîreweriyên xwe yên salên 80ê zindî dike, ew yek di bîra wî de maye ku ji maleke qelebalix hatiye û di kolanên Silêmaniyê de lîstiye. Ew hêj jî di bîra wî de ye, ku handerê yekem bo memzinbûnê ew bûye ku birayê wî yê mezin, bi navê Neqîb Erselan bo yekemîn car pirtûkek lis er jiyana Charly Chaplin jê re aniye û jê re gotiye, divê tu bixwînî, çimku paşê ez dê pirsan ji te bipirsim. Salên paşê yên jiyana Saman di awareyî û şerê navxwe de bi pêşmergayetî û êş û derdê nebûnî (hejarî) û bêhêvîbûnê derbas bûne. Çend salan pişre li fakulteya Polîs li Holanda wêneyeke Saman li dîwar tê daliqandin ku çeka BKC pê re ye. Ew dibêje, dema ku ew wêne girtiye, qet nedihate xeyala wî ku rojekê ji rojan ew dê li Holanda bibe efserekî pilebilindê polîs ku hevdem sê postan bidin wî.
Ji nearamiyê ve bo nearamiyê
Dema ku Saman, Kurdistanê diterikîne, hêj Kurdistan di nearamiyeke mezin de ye, ew ku digihe Holandayê û diçe kampa penaberan, gelek nîgeran dibe, ku nakokiya navbera alîgirên PDKê û YNKê li wan kampan gelek ji ya Kurdistanê tundtir e. Lemwa her gelek zû dibêje xwe: Bi her awayî be jî divê ez xwe ji vir rizgar bikim, çimku dê tûşî kêşeyan bibim. Ew heman demê dibe ku Saman biryar dide li Holandayê li pey aramiyê bigere û êdî nevegere bo nearamiyê. Lê paşê bi handana hevalên xwe yên Holandî diçe dunaya polîsiyê û jiyana nearam a kesekî ewlekariyê. Ew fakluteya polîsiyê di demeke kurttir ji hemû xwandevanên asayî bi dawî tîne. Weke ku mamosteyên wî ji min re gotin, Saman zîrektirîn û ciddîtirîn xwendekarê wan bûye û hertim ji kesên din hêrs dibû ku nehîştine bi awayekê baş guh li mamosteyan bigre û dersan bi başî fêm bike.
Ji xwendekariyê ve bo mamostetiyê
Em pêkve diçin heman wê fakulteya ku Saman têde ders xwendiye. Mamosteyên wî, wî himbêz dikin û bîreweriyên li gel wî vedibêjin. Wê yekê jî ji min re eşkere dikin ku niha Saman di astekê de ye, ku berdewam weke mamosteyekî tê û hin dersan ji xwendekarên fakluteya Polîsiyê ya Holandayê re dibêje. Em bi hev re diçin nav yek ji wan holên xwendinê. Hemû pirç zer û Holandî ne, lê belê Saman ji wan re diaxive û ez wê bawerîbûna bixwe ku têde dibînin, qet wiha naxuye ku dema xwe ew weke penaxwazekî li hember wan polîsan daxwaza mafê penaberiyê kiribe.
Di navera Kurdistan û Holandayê de
Saman xwedî sê erkên sereke ye di saziya Polîsê Holandayê de. Ya yekem, berpirsê projeya nûkirin û modernkirina dezgeha Polîs e. Duyem, ew yek ji berpirsên beşa komkirina zanyariyan e li bakurê Holandayê û ya sêyem jî, ew berpirsê karûbarên koçberan e li bakurê Holandayê.
Weke ku Saman bi xwe dibêje, li Holandayê zêdetirî 71 hezar Kurd dijîn û wî di gelek dosyeyan de hevkariya Kurdên li Holandayê kiriye, çimku weke ku xwe dibêje, erkê polîs hevkarîkirina welatiyan e, çi Kurd bin yan jî her netewke din. Li bakurê Holandayê tenê kesek di nava dezgeha Polîs de, di wan projeyên ku tên cîbicîkirin de, ji Saman pilebilindtir e.
Em diçin cem wî û wî berpirsê Holandî dibînin. Ewbehsa Saman, efserê Kurd ê Holandî dike ku mirov weke kesekî Kurd pê şanaz dibe. Hevkarên wî jî dibêjin, Saman hertim behsa Kurdistanê dike û Ala Kurdistanê li odeya xwe daniye, lê belê ew yek nebûye sedem ku hezkirina wî bo Holandayê kêm bibe.
Çav li hemû cihekê ne
Saman gelek bi sîstema polîsê Holandayê şanaz e. Nihêniya wê yekê jî ji me re eşkere dike, ku çima qet di medyayan de nayê dîtin an bihîstin ku li Holanda êrîşeke mezin a terorîstî çê bibe. Ew dibêje, li Holanda modêleke polîs heye ku jê re dibêjin, polîsê civakê, ku ew jî bi wê wateyê ye ku her grûpeke Holandayiyan ku 2,500 kes bin û di taxekê de bijîn, polîsek li wir hatiye danîn ku erkê wê çavdêrîkirina jiyan û ewlehî û selametiya wan kesan e. Ew kes hemû tiştekî li ser wan kesan dizane û haydar e ku çend kes ji dayik dibin, dimirin, yan xelk çi dikin û çi nakin. Her tiştek jî ku li wê atxê rû bide, bi şêweyekê bawerpêkirî ye ku xelkê taxê her bixwe polîs ji wê bûyerê haydar dikin.
Ew li gel xwe min dibe yek ji wan cihên ku her kes nikare biçe wê derê û gelek hestyar e. Di odeyeke mezin de gelek polîs li piştî kompiyuterên xwe rûniştine û çavdêriya kolan bi kolan û cade bi cadeyên bajarê li bakurê Holandayê dikin. Her dema ku ji her cihekê ve peyamek bê ku li yek ji wan cihan tawanek hatiye kirin, ew polîs bi kamêrayan rasterast cihê tawanê dibînin û bi alîkariya wê tîma polîs ku li ser erdê ye, di demeke nêzîk de kêşeyê çareser dikin.
Projeya bêbersiv
Saman gelek hez dike, tişta ku li Holandayê heye, veguhêze Kurdistanê. Gelek salan lobî kiriye û Holandî qayil kiriye ku pere di projeyekê de xerc bikin, bo sazkirina sendîkayekê ji polîsên Kurdistanê re, daku di rêya wê sendîkayê re, polîsê Kurdistanê bibe saziyeke profesyonek û heman wan tiştan bike, ku hertim nûçe lis er polîsên Holandî belav dikin. Wî bo demeke dirêj li Kurdistanê jî kar lis er projeya xwe kiriye û niha weke projeyasayê gihandiye parlamentoyê, lê belê weke ku xwe dibêje: Her çend ku ti erkeke darayî bo Kurdistanê çê nake û sendîkaya polîsê Holandayê hemû erkan digire ser xwe, heta wê demê ku ne tenê proje tê cîbicîkirin, belku weke ku texmîn kirine, salane nêzîkî 2 milyon dolar jî bibe destkevt ji sendîkaya polîsê Kurdistanê re.
Weke ku ew dibêje, niha li Kurdistanê bo îfad û fêrkirina polîsan, renge pereyeke gelek mezintir tê xerckirin, lê belê Holandî bi rêya sendîkaya xwe ve dixwazin şarezayiya xwe bi bê pere bînin Kurdistanê û pêştir jî wan ji Afrîqaya Başûr û Tirkiyê re kiriye. Lê belê karbidestên Kurdistanê ti bersivekê nadin wî û bi awayekê ciddî temaşeyê projeya wî nakin. Ew yek jî pêşmergeyê caran û efserê payebilind ê polîsê Holandayê nîgeran kiriye û dibêje: “Jixwe ti minea min bi wan nîne û ti qazanciyê jî ji wê projeyê nakim, lê belê tênagihim ku li kudera dunyayê wisa ye ku sendîkaya dewleteke weke Holandayê bixwaze li ser hesabê xwe karekê bo te bike û tu jî bi zelalî bersiv nedî k utu dixwazî yan na.”
Rudaw