• Tuesday, 21 May 2024
logo

Merasîma dabeşkirina xelatên Golden Globes hat lidarxistin

Gulan Media January 7, 2019 Corane
Merasîma dabeşkirina xelatên Golden Globes hat lidarxistin
Îro Duşembî 7ê Çileya 2019ê danê sibê merasîma dabeşkirina xelatên xûla 76an a Golden Globes hat lidarxistin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî ji demjimêr 04:00ê serê sibê ve rûmala dabeşkirina xelatan kir.



Di vê merasîmê de, aktora navdar Chiristian Bell xelata baştirîn aktor di beşa fîlmên komêdî û mûzîkal de, ji bo fîlma Vice wergirt.







Di beşa flmên biyanî de, fîlma Meksîkî ya Roma ku ji derhênana Alfonso Quarun e, xelata baştirîn fîlma biyanî wergirt, ku bi şêwaza reş û spî hatiye berhemanîn. Herwiha derhênerê fîlmê, baştirîn xelata derhenêeriyê jî di vê merasîmê de wergirt.



Xelata baştirîn senariyoya fîlman jî, pêşkêşî fîlma Green Book hat kirin, herwiha xelata baştirîn fîlma anîmasyion jî pêşkêşî fîlma Spider-Man: Into the Spider-Verse hat kirin, ku ddi sînemayên cîhanê de dahateke mezin bi dest xistiye.



Herwiha di merasîma Golden Globes de, xelata baştirîn stranê jî pêşkêşî strana Shallow hat kirin, ku Lady Gaga di fîlma A Star Born de xwandiye.







Xelata baştirîn drama jî bi zincîredramaya amerîkî ya The Americans hat dayîn, xelata baştirîn aktora zincîredramayan jî pêşkêşî Sandra Oh bo rola wê di zincîredramaya Killing Eve de hat pêşkşkirin.



Herwiha xelata baştirîn aktorê zilam jî pêşkêşî Richard Madden bo rola wî di dramaya Bodyguard de hat kirin.



Yekem car xelatên Golden Glob di sala 1944an de hatiye parvekirin.



Navên berbijêrên xelata Golden Glob di 6 meha 11 ya sala derbasbûyî de hatibûne eşkere kirin, ku tevî çend fîlmên Amerîkî, filmên Meksîkî, Belcîkî, Lubnanî û Japonî jî hene.



Pêkhateya Xelata Golden Globe



Xelata Golden Globe 29 santîmetre bilind e

Binkeyê wê nêzîka 9 santîmetre ye

Ji zêrê eyar 24 hatiye çêkirin

Ji maddeyên zing, sifir û bronz jî pêk tên

Giraniya wê 3 kîlo û 500 gram e



Pêşkêşkarên Dabeşkirina Xelatên Golden Globe



Sandra Oh



Yek ji pêşkêşkarên merasîma dabeşkirina xelatên Golden Globe

Yekem pêşkêşkara Asyayî ye ku dibe pêşkêşkara Golden Globe

Sala 1971ê li Kanadayê ji dayîk bûye

Xelata Aktora Herî Baş a Golden Globe wergirtiye

Beşdarî dehan film û rêze filmên Amerîkî bûye.



Andy Samberg



Yek ji pêşkêşkarên merasîma dabeşkirina xelatên Golden Globe

Aktorekî navdar ê Amerîkî ye

Sala 1978ê li Kalîforniya ji dayîk bûye

Beşdarî dehan film û rêze filmên Amerîkî bûye

Rudaw
Top