• Friday, 17 May 2024
logo

Serokwezîrê ji Norweciyan xwest ku zêdetir zarokan bînin dinyayê

Gulan Media January 4, 2019 Corane
Serokwezîrê ji Norweciyan xwest ku zêdetir zarokan bînin dinyayê
Serokwezîra Norwecê Erna Solbergê bangî Norweciyan kir ku 2 zarokan bînin dinyayê.

Serokwezîra Norwecê Erna Solbergê bi minasebeta sersala nû axaftinek kir û herwisa di beşeke mezin a axaftina xwe da qala pergala refahê ya Norwecê kir û bal kişand, ji bo ku ev pergal li ser piyan bimîne, divê nifûs zêde bibe.

Serokwezîr Solbergê diyar kir ku jinên Norwecî derdora 1.6 zarokî tînin dinyayê û herwiha ew hişyarî da û got ku ji bo berdewamiya pergala refahê ya Norwecê hejmara heyî ya zarokan têrê nake û lewma jî ji Norweciyan xwest ku herî kêm 2 zarokan bînin dinyayê.

Solbergê got ku pergala niha dê 10 salên din jî bêyî pirsgirêk bişixule, lêbelê heger nifûsê ku bacê dide zêde nebe, wêçaxê di pergala refahê ya Norwecê da dê kêşe bidin der.

Erna Solberga 58 salî ku di hilbijartinên sala 2013 û sala 2017an da bi ser ketibû û bûbû serokwezîra Norwecê, dayîka 2 zarokan e.

Waar.tv
Top