• Friday, 17 May 2024
logo

Girê Mirazan dê li Rojhilata Dûr bê nasandin

Gulan Media January 2, 2019 Corane
Girê Mirazan dê li Rojhilata Dûr bê nasandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dest bi danasîna Girê Mirazan kir û ji bo ku geştyarên Japon û Koreya Başûr bînin bajêr wê bixebite.



Girê Mirazan li Xerabreşka Rihaya Bakurê Kurdistanê ye ji bo dîroka cîhanê ciyekî girîng e.



Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nihat Çîftçî desnîşan kir ku Girê Mirazan ji bo Rihayê gelek girîng e, û diyar kir, piştî ku UNESCOyê îsal Girê Mirazan xist Lîsteya Mîrata Dinyayê, bala cîhanî kişand.


Nihat Çîftçî wiha got: “Piştî ku 2019 wek 'Sala Girê Mirazan' hat îlankirin, êdî geştyarên xwemalî û biyanî zêdetir dê werin bajarê me. Ev tê wê wateyê ku esnafê me dê zêdetir qezenc bike, veberhênanên vê derê dê xurt bibin. Di sala 2018an da nêzî milyonek geştyar Girê Mirazan ziyaret kir, sala pêş me ev hejmer dê zêdetir be."



Çîftçî diyar kir ku Wezareta Çand û Geştyariyê ji bo Girê Mirazan xebatan dike, ew jî bi Wezaretê re di nav têkiliyê de ne û wiha pê de çû: “Me par bi Walîtiyê re li Spaniya û Çînê danasîna Girê Mirazan kir. Em dê êdî bala welatên derva bikşînin û li gelek erdnîgariyan danasînê bikin. Di sala 2019an de hedefa me ew e ku em zêdetir geştyarên Japon û Koreya Başûr bînin. Em dê Girê Mirazan bidin nasîn û li dinyayê ti kesekî ku Girê Mirazan nizanibe dê nemîne. Ji bo Girê Mirazan seferên otobêsan didome."

Rudaw
Top