• Friday, 17 May 2024
logo

Şahciwana Kurdistanê ya sala 2018 hat helbijartin

Gulan Media December 21, 2018 Corane
Şahciwana Kurdistanê ya sala 2018 hat helbijartin
Li Hewlêrê şahciwana sala 2018 ya Kurdistanê hat hilbijartin. Şahciwana îsal di nav 14 kandîdên şahciwaniyê de hat hilbijartin.

Di pêşbirkê de Sana xelkê bajarê Helebce ye û derçûya qonaxa amadeyî ye weke şahciwana Kurdistanê hat helbijartin.

Mîryan ku, xelkê bajarê Silêmaniyê ye û derçûya beşê endezyariyê ye weke wesîfa duyem hat helbijartin û Karêz ku, xelkê bajarê Hewlêrê ye û derçûya qonaxa amadeyî ye weke wesîfa yekem a şahciwanê hat helbijartin.

Ew keça ku dibe şahciwana Kurdistanê, dibe xwedana xaniyekî li Hewlêrê bo heyama salekê, her wiha heyama salekê mûçe destine û otomobîlek taybet jê re tê dabînkirin. Ew jî divê di heyama wê salê de jêhatîbûna xwe nîşan bide û çend çalakiyan bi taybet di warê xêrxwaziyê de encam bide.



Mercên şahciwana Kurdistanê ev in: Temenê wê ji 18 salan kêmtir nebe û ji 30 salan jî zêdetir nebe, nabe mêr kiribe, divê kurd be, bejna wê ji 165 santîman kêmtir nebe, xwedan bawername be û ti neştergeriyeke estetîkê nekiribe.

Basnews
Top