• Friday, 17 May 2024
logo

Xedîce bi temenê xwe yê 85 salî meqaman dibêje

Gulan Media December 17, 2018 Corane
Xedîce bi temenê xwe yê 85 salî meqaman dibêje
Xedîce Boy ku jineke ji bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê ye û temenê wî 85 salî ye, meqaman dibêje.



Xelkê Rihayê dibêjin ku Xedîce di dema ciwantiyê de bi gotina meqam û stranan navdar bû.



Kesên ku meqaman dibêjin, pêwîstiya wan bi dengekî bihêz heye, Xedîce Boy tevî ku temenê wê gihiştiye 85 salî, bi dengekî xurt dilê guhdaran zîz dike.



Sazjen Hozan Sefayî dibêje: “Dengê wê yê di dema ciwantiyê de, li gor gotina xelkê vê herêmê, dengekî feryadî bûye û ji gundên derdorê jî dihate bihîstin. Dibêjin çi roj bûya, çi şev, dengê wê li derdorê dihate bihîstin. Dengekî wê yê gelek bihêz heye.”



Xedîce Boy dibêje: “Ka ez çi bibêjim, dem derbas bû û jiyan xem bû, hinek meqam di bîra min de mane.”

Rudaw
Top