• Tuesday, 21 May 2024
logo

'Derfet hebe em dikarin Androidê jî bikin Kurdî'

Gulan Media December 15, 2018 Corane
'Derfet hebe em dikarin Androidê jî bikin Kurdî'
Ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê tevî ku ti perwerdehiyeke teknîkî û bingehîn nedîtiye, di warê wergerandina bernameyên nûjen de karên balkêş dike. Gernas ku xelkê Batmanê ye û zanîngeh jî nexwendiye, piştî telegram û çend applicationên din niha jî Whats App kiriye Kurdî. Gernas bang li sazî û dezgehên Kurdan dike ku ji bo mezintirîn karên din piştgiriya wî bikin.



Gernas Nenas xelkê Batmanê ye û 25 sal temenê wî ye. Gernas li Stenbolê di karên înşaatê de dixebite û li mala xwîşka xwe dimîne. Tevî ku wî tu perwerdehiyek bingehîn ya teknolojiyê nedîtiye, niha WhatsApp wergerandiye Kurdî. Ji ber ku kompîtereke wî jî nîn e, Gernas hemû karên wergera van bernameyan jî li ser telefona xwe dike.



Gernas Nenas ji Rûdawê re diyar kir: “Min ji tu kesî perwerdehî negirtiye lê ji zarokatiya xwe ve ez li ser van karan mijûl im. Di biçûktiya xwe de ez diçûm kafeyên înternetê û min malpêr saz dikirin. Min bala xwe didayê bê ka ew kar çawa tê kirin. Dema android derket ez li ser wê jî xebitîm. Beriya WhatsAppê min telegram jî wergerand. Telegram bi fermî ye lê WhatsApp hîna fermî nebûye. Mi lîstika bi navê milyoner jî wergerand û li ser play store heye. Tiştên bi vî rengî ez werdigerînim. Komeke me heye, eger derefetên me hebin em dikarin telefonan bi temamî wergerînin Kurdî lê derfetên me tine ne.



Gernas karê wergerandina van applicationan di dema xwe ya piştî karên înşaatê de dike. Beriya niha jî telegram û çend bernameyên din kirine Kurdî ku li ser rûyê cîhanê bi sedan milyon kes wan her kêlê bikar tînin. Ji ber nebûna derftan Gernas tevî vê qebiliyeta xwe nikare dev ji înşaatê berde û zimanê Kurdî li vê qada gerdûnî bi pêş bixe. Banga wî ji bo hemû Kurdan e.



Eger derfetên me çêbibin em dikarin android bi temamî wergerînin Kurdî. Ji bo vê jî em piştgirî ji komîsyona zimanê Kurdî dixwazin. Û banga li Parlementoya Kurdistanê jî heye. Ger derfetan bidin me emê kar û xebatên pir baş bikin.



Xwendekarekî bi navê Jiyan Kara dibêje: “Ezê jî bikar bînim. Ez gelekî kêfxweş bûm. Înşalla emê bi xebatên wiha popûlîzma zimanê xwe bilind bikin. Di nava civakê de zimanê dayîkê bikin zimanê fermî jî. Da ku ciwanên me hevûdin baş fêmbikin.”



Ji ber ku wergerandina van applicationan tiştekî hêsan nîn e û divê kêlî bi kêlî berdewam be û bête nûjenkirin, tenê yek kes nikare ji navê derkeve. Lê ger piştgiriyek hebe, ew xebat dikare zimanê Kurdî li asta cîhanê zêde bike ku di mercên normal de ew karê dewletan e û mûçeyên dêwendam jê re têne terxankirin.

Rudaw
Top