Kanguruyê herî navdar ê cîhanê mir
Roger kanguruyekî gelek bi hêz bû, ew qas ku di sala 2015an de wêneyeke wî belav bûbû ku gelek bi hêsanî sîtilekî hesin ditewand, bi vê tevgera xwe bala bi hezaran kes rakişand û li ser medyaya civakî bi milyonan car hat belavkirin.
Kanguruyê ku ji regezê nêr bû, xwedî laşeke qirase bû, 89 kîlo bû û bejna wî 182 cm bû. Roger ji ber ku temenê wî mezin dibû, hêza wî kêm bûbû û ji ber nexweşiyê mir.
Rudaw